Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Îsraîl nikare dîsa Xezeyê kontrol bike

21-11-2023
Diyar Kurde
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Matthew Miller / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Matthew Miller Îsraîl Filistîn Xeze
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku Îsraîl nikare careke din Xezeyê kontrol bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, di civîna xwe ya bi rojnamegeran de bersiv da pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

“Em piştgiriyê didin ku dewleteke Filistînê ya serbixwe were avakirin”

Matthew Miller, pirsên “We got ku xelkê Xezeyê dikare li ser paşeroja xwe biryarê bide lê em dibînin ku heta niha ev pêk nehatiye. Operasyonên leşkerî yên Îsraîlê dê kengî xelas bibin? Li gorî we divê kî Xezeyê kontrol bike?” wiha bersivandin:

 “Wekî me berê jî gotibû piştî ku ev şer xelas bû Hemas nikare Xezeyê bi rê ve bibe. Herwiha Îsraîl jî nikare Xezeyê kontrol bike.

Piştî temambûna şer ji bo ku desthilateke nû û desthilateke ewlehiyê were avakirin pêwîst e qonaxeke derbasbûnê hebe.

Divê Filistînî bixwe di pozîsyoneke bilind de bin da ku biryarê bidin dê kî rêberiya gelê Filistînê bike.

Ev ne tiştekî wiha ye ku Amerîka yan Îsraîl karibin li serê biryarê bidin.

Wekî hemû gelên din ên cîhanê mafê xelkê Filistînê jî heye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide.

Herwiha em piştgiriyê didin ku dewleteke Filistînê ya serbixwe were avakirin.”

“Divê gelê Filistînê biryarê li ser paşeroja xwe bide”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, pirsa Diyar Kurde ya bi rengê “Almanan behsa wê kir… Hinek pêşniyar hebûn ku li herêmê hevpeymaniyek were avakirin û ev hevpaymanî Xezeyê bi rê ve bibe…” jî bi vî awayî bersivand:

“Belê, hinek pêşniyar hebûn. Hinek kesên di hikûmetan de, hinek dewletên herêmê û herwiha hinek akademîsyenan jî behsa wê kiriye.

Ya girîng ew e ku em û welatên din di destpêka danûstandinan de ne. Ez niha nikarim li ser vê biaxivim lê ev tiştekî girîng e û bi welatên din re gelek guftûgo li serê tên kirin.

Ez dubare dikim ku divê gelê Filistînê biryarê li ser paşeroja xwe bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst