Fethullah Gulen mir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fethullah Gulen Mirin Cemaeta Gulen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tê îdiakirin ku Serokê Cemaeta Gulenê Fethullah Gulen miriyê.

Nûçeya mirina Fethullah Gulen ji aliyê malpera Herkulê ya nêzîkî wî ve hat ragihandin.

Malpera Herkulê li ser hesabê xwe yê Xê derberê Fethullah Gulen de peyamek belav kir.

Li gorî peyamê, şeva borî tenduristiya Fethullah Gulen ne baş bûye û li nexweşxaneyê miriye.

Di peyamê wiha hat gotin: "Hêja Fethullah Gulen ku di her kêliyeke temenê xwe de xizmeta Îslamê û mirovatiyê kiriye 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an demjimêr 21:20î miriye.

Derbarê kar û barên veşartina wî dê agahî piştre bi raya giştî re bên parvekirin."

Fethullah Gulenê ku wekî serokê Cemaeta Gulenê tê naskirin 21ê Adara 1999an bi îdiaya pirsgirêkên tenduristiyê çû Amerikayê û heta niha li wê derê dijiya.

Fethullah Gulen kî ye?

Fethullah Gulen 27ê Nîsana 1941ê li navçeya Hesenkelehê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Navê bavê wî Ramiz û navê diya wî Refia ye û 6 keç û 2 kur bi tevahî 8 xwîşk û bira ne.

Sala 1945an dest bi fêrbûna Quranê kiriye û sala 1946an dest bi dibistana seretayî kiriye.

Ji ber ku sala 1949an bavê wî dibe melayê gundê Alvarê dest ji xwendina dibistana seretayî berdide û piştre bi beşdariya ezmûnên ji derve dibistana seretayî temam dike.

Ji bavê xwe dersên Erebî wergirtine û ji hinek melayên navdar dersên tecwîd û Quranê wergirtine.

Di navbera 1955 û 1959an de ji mela Osman Bektaş dersên fiqih û olî wergirtine.

Di navbera salên 1961 û 1963yan de erkê xwe yê leşkeriya neçarî li Enqere û Îskenderûnê temam kiriye.

Di sala 1963yan de salekê li Erzeromê dimîne û di rêveberiya Komeleya Tekoşîna li Dijî Komûnîzmê de cih digre.

Piştre 4 salan li bajarê Edirneyê û salekê li bajarê Kirklareliyê salekê melatî kiriye.

Sala 1966an li Mizgefta Kestanepazari ya Îzmirê dest bi melatiyê kiriye û heta 1971an berdewam kiriye.

Di van salan de li mizgeftan dest bi pêşkêşkirina gotarên olî kiriye û bingeha avakirina cemaetekê daniye.

Sala 1968an diçe hecê û piştre li bajarên herêma Egeyê gotarên olî berdewam kirine.

Piştî derbeya 12ê Adara 1971ê di 3yê Gulana 1971ê de hat girtin û 6 mehan di girtîgehê de ma.

Di encama darizandinê de ceza lê hat birîn lê cezayê wî bi efûya giştî ya sala 1974an a serdema hikûmeta Bulent Ecevit hat hilweşandin.

23yê Sibata 1972yan li navçeya Edremitê ya Balikesirê dest bi melatiyê kiriye û li bajarê Manisayê û navçeya Bornovayê ya Îzmirê melatiya xwe berdewam kiriye.

Salên 1975 û 1976an li hejmarek bajarên Tirkiyê konferansên olî dane. Sibata 1979an dest bi weşandina Kovara Sizintiyê ku yek ji weşanên serekî ya cemaatê bû, kir. Di Kovara Sizintiyê de sernivîsarî dikir.

Piştî derbeya 1980yî biryara wî ya girtinê derket û li ser vê yekê Îzmir bi cîh hişt û demekê li nav Tirkiyeyê bi qaçaxî geriya.

20ê Adara 1981ê ji erkê xwe yê melatiyê ya li Serokatiya Karên Diyanetê îstifa kir.

Di serdema Turgut Ozal de cemaeta xwe mezin kir

Bi destpêkirina desthilata Turgut Ozal re sala 1983yan li Tirkiyeyê cemaeta wî roj bi roj mezintir bû û dersxane û malên xwendekaran vekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hezaran dersxane û dibistanên taybet û malên xwendekaran vekirin.

Li van cihan xwendekar perwerde kirin û cemaeta xwe roj bi roj mezintir kir.

Salên 90î li welatên derve dest bi vekirina dibistanan kirin û niha di serî de Amerîka, Ewropa, Asyaya Navîn û Afrîka nêzîkî li 160 dewletên cîhanê dibistan û saziyên wan ên navneteweyî hene.

Sala 1999an çû Amerîkayê

Sala 1999an piştî destpêkirina lêpirsîneke derbarê wî de ragihand ku ji ber pirsgirêkên tendirustiyê diçe Amerîkayê. Ji wê demê ve ji Amerîkayê venegeriya û li wê derê ma.

Heta 15ê Tîrmeha 2016an hejmareke zêde ya xwendekar û alîgirên wî di nav saziyên dewletê de fermanber, karmend û berpirs bûn.

Piştî derbeya sernekeftî zêdeyî 100 hezar fermanber bi hinceta "endamtiya Cemaeta Gulen" ji saziyên dewletê hatin dûrxistin.

Ji bo mezinkirina cemaeta xwe bi hikûmet û berpirsên dewleta Tirkiyeyê re pêwendiyên xwe her wext baştir kirin û ji derfetên dewletê sûd wergirtin.

Di rêvebirin û perwerdeya cemaeta xwe de îdeolojiya netewperweriya Tirk cîbicî dikir û ev yek gelek caran ji aliyê endamên cemaetê yên Kurd ve dihat rexnekirin.

Sala 1999an di bernameyeke televîzyonî de ji serhildana Şêx Seîd re gotibû, "Her tiştê ku li hemberî dewletê bê kirin karekî melûnî ye."

Ev gotinên wî ji aliyê Kurdan ve rastî rexneyên tund hatin.

Lê piştî derbeya 15ê Tîrmeha 2016an ji gotinên xwe paş de gav avêt û got, "Ji tevgera Şêx Seîd re nebêjin serhildan, lewra Şêx Seîd li hemberî zilmê serî hildaye."

Hikûmeta Tirkiyeyê, Fethullah Gulen bi pêkanîna derbeya 15ê Tîrmeha 2016an tohmetbar kir û piştî derbeyê dest danî ser bi hezaran dibistan û saziyên Cemaeta Gulen.

Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje, Fethullah Gulen xwestiye bi rêya alîgirên xwe yên di nav artêşê de derbeyê bike û hikûmetê biguherîne.

Gulen jî ev îdia red kiribû û daxwaza lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî kiribû.

Gulen, zêdeyî 50 pirtûk û bi hezaran gotar nivîsandine.

Gulen 20ê Çiriya Pêşîna 2024an li Amerîkayê mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst