Stoltenberg û Erdogan rewşa Xezeyê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rewşa Xezeyê gotûbêj kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro  Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re bi têlefonê axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê di axaftinê de rewşa dawî ya li Xezeyê, pêngavên ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên mafên mirovan divê bên avêtin hatin gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan behsa şandina alîkariyên mirovî jî kir.

Erdogan got, “Helwesta welatên Rojavayî binpêkirinên mafên mirovan ên li Xezeyê zêde dike.”

Bi gotina Erdogan eger welatên Rojavayî ji bo rawestandina şer hewl nedin dê ev yek encamên ku telafiya wê ne mimkun derxe holê.