Kanada bang li serkirdeyên jin dike ku piştgiriya xwepêşanderên Îranê bikin

21-10-2022
RÛDAW
Wezîra Derve ya Kanadayê Mélanie Joly
Wezîra Derve ya Kanadayê Mélanie Joly
Nîşan Mélanie Joly Kanada Îran Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Kanadayê daxwaz ji hemû serkirde û berpirsên pilebilind ên jin kir ku piştevaniya daxwaz û mafên jin û keçên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Wezîra Derve ya Kanadayê Mélanie Joly roja Pêncşemê 20ê Cotmeha 2022an bi hejmarek berpirsên din ên bilind ên jin re li seranserê cîhanê konferanseke online li dar xist û bang li jinên desthilatdar kir ku piştevaniya daxwaz û mafên jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bikin ku bi hezaran kes ji wan hatine ser kolanan.

Mélanie Joly her wiha ji wezîrên derve û rayedarên pilebilind ên 34 welatan ku tev jin in, xwest ku hewl bidin dengê jin û keçên Îranê ragihînin û alîkariya wan bikin ji bo ku cîhanê baştir bikin.

Piştî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê zêdetirî mehekê ye li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan tên lidarxistin.

Mélanie Joly got, “Bi taybetî li Îranê keç bi zordarî û newekheviya zayendî re rû bi rû mane û ev yek metirsiyeke mezin çê dike. Niha jinên Îranî dengê xwe tînin ziman û êdî guh nadin nêrînên desthilatdaran ên li ser rola jinan di civakê de.”

Mélanie Joly anî ziman, “Weke jinên berpirsyar ên cîhanê berpirsyariya me heye ku em piştgiriyê bidin daxwazên jinên Îranê.”

Ji destpêka xwepêşandanên Îranê ve, Kanada yek ji wan welatan e ku herî zêde cezayên xwe li ser sazî û berpirsên bilind ên Îranê sepandiye ji ber êrîşa hêzên ewlehiyê yên Îranê ya ser xwepêşanderan.

Heta niha hikûmeta Kanadayê siza li ser 42 kes û 12 saziyên Îranî sepandiye ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest bi tepeserkirina xwepêşanderan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst