Parlamentoya Almanyayê derbarê hêzên wî welatî yên li Herêma Kurdistan û Iraqê biryar da

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Iraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Almanyayê dirêjkirina dema mana hêzên artêşa wî welatî li Herêma Kurdistanê û Iraqê pesend kir.

Di civîna îro ya parlamentoya Almanyayê (Budestag) 644 parlamenter amade bûn û di dengdana li ser pêşniryarbiryara hikûmetê ya ji bo dirêjkirina erkê hêzên Almanyayê li Iraq û Herêma Kurdistanê 535 parlamenterên dengê Erê dan û 104 parlamenteran jî bi dengê Na li dijî wê yekê derketin.

Herwiha 4 parlamenterên amade di civînê de deng nedan.

Bi vî awayî bi piraniya dengan dema erka hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê heta 31ê Cotmeha 2023an hat dirêjkirin.

Dema mana hêzên Almanyayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê dawiya vê mehê bi dawî dibû, lê hikûmeta wî welatî pêşniyar kiribû ku ew dem heta 31ê Cotmeha sala 2023 were dirêjkirin.

Hikûmeta Almanyayê di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û herwiha mîsyona NATOyê de li Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê hejarem hêzên xwe bicih kiriye.

Berlîn dixwaze bi rêya dirêjkirina mana hêzên xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê, alîkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge bide daku bikarin ewlehî û istiqrara demdirêj bo Iraqê garantî bikin û rê ji derketin komên terorîstî yên wek DAIŞê bigirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst