Li Çadê di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî: 50 kes hatin kuştin

21-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Çadê li Afrîqayê di navbera hêzên polîs û xwepêşanderên li dijî desthilata leşkerî ya wî welatî de aloz û pevçûn derketin û di aloziyan de 50 kes hatin kuştin. Ji ber aloziyan li wî welatî qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Alozî û pevçûn duh Pêncşembê 20ê Cotmeha 2022an çê bûn, piştî ku desthilata leşkerî ya li Çadê soza xwe neanî cih û desthilat radestî hikûmeteke sivîl nekir.

Desthilata leşkerî ya Çadê pêştir soz dabû ku 20ê Cotmeha 2022an de desthilatê radestî hikûmeteke sivîl bike, lê berovajî soza xwe desthilata xwe bo du salên din dirêj kir.

Xelkê wî welatî li dijî biryara dirêjkirina desthilata leşkerî ya li welêt, ji bo derbirîna nerazîbûna xwe daketin cade û kolanan. Li paytexta welat bajarê N'Djamena jî bi sedan kesan dest bi xwepêşandanê kirin.

Hêzên polîs û hêzên ewlekariyê bi tundî destwerdan di xwepêşandanan de kirin û alozî derket. Serokwezîrê Çadê Salih Kêbzabo jî ragihand, di pevçûn û aloziyan de 50 kes hatine kuştin ku piraniya wan xelkê N'Djamena, Mondo û Qumre ne, herwiha 300 kesên din birîndar in.

Serokwezîrê Çadê di daxuyaniyekê de amaje bi rewşa li welatê xwe kiriye û qedexeya derketina derve lis eranserê welat ragihandiye.

Li gor daxuyaniyê, qedexeya derketina derve ji demjimêr 06:00 êvara Pêncşembê heta 6ê Sibeha îro berdewam dibe. Hatiye gotin, qedexe dê heta wê dema ku aramî vedigere welat, dom bike.

Serokwezîrê desthilata leşkerî ya Çadê herwiha ragihand, hemû çalakiyên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl qedexe ne.

Berdevkê hikûmeta Çadê, Ezîz Mihemed dibêje, “tişta çê bûye ew e ku xwepêşanda qedexekirî veguheriye yaxîbûn.”

Wî rayedarê hikûmeta Çadê herwiha xwepêşanderên li paytext bi wê yekê tohmetbar kir ku êrîşî saziyên hikûmetê kirine.

Fransayê tundûtîjiyên li Çadê şermezar kir û da xuyakirin, “çekên kujer li dijî xwepêşanderan hatiye bikaranîn.”

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ti roleke Fransayê di wan bûyeran de nîne; ya rû dide têkiliya wê bi rewşa navxwe ya Çadê ve heye.”

Li aliyekî din, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Afrîqayê û rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) bi cuda tundûtîjiyên li Çadê şermezar kirin, herwiha desthilata leşkerî ya li Çadê jî şermezar kirin.

Alozî û pevçûn piştî wê yekê çê bû ku duh Pêncşembê 20ê Cotmeha 2022an desthilata generalê bihêz ê artêşa Çadê Mihemed Idrîs Dêbî bo 2 salên din hat dirêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst