Li Meksîkayê tren li tankera gazê qelibî: 120 xanî zirar dîtin

21-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Meksîkayê treneke barhilgir û tankereke gazê li hev qelibîn û di encama bûyerê de şewateke mezin derket.

Li gor medyaya Meksîkayê, li bajarê Aguascalientesê li navenda wî welatî treneke barhilgir li tankera gazê qelibî.

Di bûyerê de 3 kes birîndar bûn, herwiha ji ber bûyerê şewatek mezin derket û ber bi mal û avahiyên derdorê ve agir mezin bû.

Hatiye ragihandin, di şewatê de 50 wesayît û 120 xaniyan zirar dîtine.

Rayedaran dan zanîn ku ji bo pêşîgirtina li felaketeke muhtemel nêzî hezar kes li derdora cihê bûyerê hatine valakirin û bo cihên ewle hatine veguhestin, herwiha gelek îtfaiye û yekîneyên parastina sivîl bo cihê bûyerê hatine şandin.

Hat ragihandin ku li herêmê rewşa awarte hatiye ragihandin û derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst