Koçberên Kurd û Iraqî pasaportên xwe li bin giya vedişêrin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke koçberên Herêma Kurdistanê û Iraqê ku dixwestin ji Polonya xwe bigihênin Almanyayê, pasaportên xwe li sînorên her du welatan di bin qirş û giyayê daristanê de vedişêrin.

Li ser sînorê Almanya û Polonyayê, hejmareke zêde ya koçberên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê ku dixwazin biçin welatên Ewropa asê mane.

Beşek ji koçberan pasaportên xwe li bin qirş û giyayê daristanê vedişerin, lê polîsên Alman wan dibîne û ji bin qirş û giyayê daristanê derdixîne.

Berpirsên Almanî dibêjin, ji meha Tebaxê ya îsal ve nêzîkî 4 hezar û 500 kes derbasî sînorê welatê wan bûne.

Wezîrê Navxwê yê Almanya Horst Seehofer, ji Polonyayê daxwaza hemahengiya parastina sînor dike û ji bo koça neyasayî bê kontrolkirin û qaçaxçî bên desteserkirin, pêşniyar kiriye welatê wî zêdetir pasevanan li ser sînor bi cih bike

Wezîrê Navxwe yê Almanya Horst Seehofer got: “Kes naxwaze sînor bigre. Me îro di civîna kabîneya hikûmetê de jî behsa van tiştan kir. Ji aliyê yasayî jî ev kar di vê demê de gelek ne guncav e. Ji ber ku Polonyayê bi armanca rêgirîkirina koça neyasayî dest bi nexşerêyeke tund kiriye."

Almanyayê amadebûna xwe nîşan daye alîkariya lojîstîkî bigihînê wan koçberên di nav axa Polonyayê de asê mane. Piraniya koçberan ji aliyê qaçaxçiyan ve bi otombîl û barhilgiran derbasî aliyê Almanyayê tên kirin. Heman demê welatên Yekitiya Ewropayê, Belarûsê bi hinardekirina koçberan bo nav axa wan tohmetbar dikin û bi rêya cezayên Yekitiya Ewropayê bo ser wî welatî gefa tolstandinê dixwin.

Horst Seehofer herwiha dibêje: “Ev cureke gefa bikaranîna koçberan wek çekeke siyasî ye. Ev pirsgirêkeke mezin e ku em tenê dikarin bi hev re ligel civaka navdewletî û li nav Yekitiya Ewropa çareser bikin."

Bi hezaran koçber bi vîzeya geştyariyê diçin Belarûsê. Ji wir jî sînorê welatên Polonya, Litvanya û Latîva derbas dikin ku her sê jî endamê Yekitiya Ewropa ne û sînordarê Belarûsê ne.