Sergey Şoygu: Operasyona Tirkiyê bû sedem zindanên DAIŞê bê zêrevanî bimîne

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, li herêmê rewş xirab bûye û zindanên çekdarên DAIŞê bê zêrevanî man e.

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê Sergey Şoygu li paytexta Çînê bajarê Pekînê beşdarî Foruma Xianghan bû û têde gotatrek pêşkeş kir û got ji ber êrişa Tirkiyê li rojhilatê Feratê niha 12 zindanên çekdarên DAIŞê bê zêrevanî man e.

Sergey Şoygu hişyarî da, ku divê hevahengiyek bilez di navbera Rûsya, Amerîka û Tirkiyê de çêbibe bo parastina wan çekdaran di nav zindanan de, herwiha divê hersê alî ewlekarî û aramiya navçeyê jî biparêzin.

Di gotara xwe de Sergey Şoygu got: “Bi pêngavên niha, em hêvî dikin li herêmê bi hevkariya ligel Amerîka û Tirkiyê li aramî zêde bibe. Mixabin pêşhateyên vê dawiyê me reşbînî dikin.

Şoygu tekez kir, ku piştî êrişa Tirkiyê zindanên çekdarên DAIŞê li navçeyên ku di bin desthilata şervanên HSDê de bûn bê zêrevanî man e, herwiha vê yekê kir ku gelek çekdar û malbatên DAIŞê jî birevin.

Wezîrê Berevanî yê Rûsyayê herwiha got: “Dibe ku teroristên reviyane wegerin welatê xwe. Pêwîst e civaka navdewletî li hemberî metirsiya terrorist û belavbûna îdeolojiya wê hêza bike. Wezareta Berevanî ya Rûyayê di vî warî de xwedî ezmûneke gelek baş e, dikare vê ezmûna xwe ligel hevkariyên xwe yên li Asya-Pasifîkê parve bike.”

Piştî operasyona Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê destpê kir, Rêveberiya Xweser hişyarî da Civaka Navdewletî ku ev yek wê bibe sedema zindîkirina DAIŞê li navçeyê, herwiha civaka navdewletî agahdar kir, ku ji ber şer ew nikare hemû zindan û kampên ku çekdar û malbatên DAIŞê lê ne biparêze.