Esper: Dibe hejmareke serbazên me ji bo parastina bîrên petrolê bimînin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku dibe ew hejmareke serbazên xwe li deverên petrolê li Sûriyê li gel HSDê bihêlin û herwiha ragihand ku ew bi rêya derfetên îstîxbaretê çavdêriya agirbesta li Rojavayê Kurdistanê dikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper, di serdana xwe ya Efxanistanê de di derbarê pêşhatên dawîn ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û herwiha proseya vekişîna hêzên amerîkî ji wî welatî de axivî.
Mark Esper ragihand ku egera wê heye ku ew leşkerên amerîkî yên li nêzikî bîrên petrolê li bakur rojhilatê Sûriyê, venekişin û diyar kir ku biryara rêveberiya Amerîkayê derbarê wan leşkeran de zelal nebûye.
Esper aşkere jî kir ku leşkerên amerîkî li wan deverên petrolê ji boku asteng bikin DAIŞ an hêzeke din xwe nêzikî wan deveran bikin li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kar dikin û got, “Dibe ku beşek ji wan leşkerên amerîkî venekişin.”
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê tekez jî kir ku hîn biryarek nehatiye dayîn ku ew leşker bimînin lêbelê got, “Karê Pentagonê ye, li vebijêrkên cuda binêre.”
Derbarê agirbestê li Rojavayê Kurdistanê jî Esper ragihand ku di herêmeke ku leşkerên amerîkî tê de tune ne, ew çavdêriya agirbestê bi rêya derfetên îstîxbaretê dişopînin.
Piştî biryara Trump a vekişandina hêzên amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, karwanekî leşkerên Amerîkayê îro di saetên sibehê de derbasî Herêma Kurdistanê bûbûn.
Wezîrê Berevaniyê Amerîkayê duh ragihandibû ku ew leşkerên amerîkî ku dê ji Sûriyê bên vekişandin, dê li deverên rojavayê Iraqê bên bicihkirin û gotibû ku ew leşker dê ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê bimînin û herwiha egera encamdana operasyonan ji aliyê serbazên amerîkî ve ji Iraqê bo Sûriyê jî red nekiribû.
Herwiha berpirsekî pilebilind ê rêveberiya Trump duh ji rojnameya New York Timesê re aşkere kiribû ku Donald Trump erênî nêzikî plana Pentagonê ya hiştina hejmareke leşkeran li Sûriyê, dibe.