Serokê Fraksyona SPD a Almanî: Divê Erdogan were darizandin

21-10-2019
RÛDAW
Nîşan Almanya SPD Rolf Mutzenich Tirkiye Erdogan Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê, daxwaz ji parlemena wî welatî kir ku ji ber êrîşa Tirkiyê ya bo ser bakurê Sûriyê, li dijî Serokomarê Tirkiyê dozekê li dadgeha tawanan a navdewletî tomar bikin.

Serokê Fraksiyona Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), Rolf Mutzenich ragihand ku divê li dadgeha tawanan a navdewletî gotûbêj li ser êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê bêne kirin.

Rolf Mutzenich daxwaz kir, ku li heman dadgehê, dozek li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bê tomarkirin.

Mutzenich diyar jî kir ku Serokomarê Tirkiyê bi awayekî aşkere yasayên navdewletî binpê kirine, lewma jî divê li dadgeha tawanan a navdewletî bê darizandin.

Tirkiyê ji roja 8ê Cotmehê ve tevî çekdarên Sûrî yên ku piştgiriya wan dike, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Roja 17ê Cotmehê jî piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, agirbesteke demkî ya 5 rojî hate ragihandin ku îro çaremîn roja vê agirbestê ye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst