Husên Qaîdî: Divê civaka navdewletî bo rizgarkirina revandiyên Êzidî hevkariyê bike
Mumbay (Rûdaw) - Berpirsê Nivîsgeha Revandiyên Êzidî ser bi Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Husên Qaîdî ragihand, pêwîste civaka navdewletî di warê rizgarkirina revandiyan de hevkariyê bike.
Husên Qaîdî di dema rêwresma dabeşkirina Xelata Dayika Theresa de, ku bo jin û mêrekî Kurdên Êzidî yên rizgarbûyî ji destê DAIŞê hat dayîn, li bajarê Mumbay ê li welatê Hîndistanê gotarek pêşkeş kir û di beşeke axavtina xwe de rexne li welatên Ereb û Îslamî, welatê Ewropayê, Amerîka û civaka navdewletî girt, ku bo rizgarkirina revandiyan nebûne hevkar û bo rizgarkirina wan revandiyan bal kişand ser pêwîstiya hevkariya civaka navdewletî.
Berpirsê Nivîsgeha Revandiyên Êzidî ser bi Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê got, “Nivîsgeha Me di meha Cotmeha 2014a de hat vekirin, ku ser bi nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ve ye, yek ji armancên sereke yên wên nivîsgehê rizgarkirina kesûkarên me ne ji destê terorîstên DAIŞê.”
Qaîdî destnîşan kir ku nivîsgeha wan ji destpêkirina karên xwe heta niha 3 hezar û 332 kes ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirine, ku di nav wan de 338 kes zilam in, hezar û 159 kes jin in û zêdetirî hezar û 800 kes jî zarok in.
Husên Qaîdî di gotara xwe de da zanîn ku wan niha li Duhokê du navend vekirine lê rewşa wan xirab e û herwiha pêwistî bi vekirina navendeke din heye û got: “Ew xelkê me yê heta niha hêj di destê terorîstan de mane, pêwîstiya wan bi hevkariya we heye. Em ji civaka navdewletî dixwazin hevkariya me bikin, daku karibin zêdetirî ji wan 3 hezar kesên di destê DAIŞê de mane, rizgar bikin.”