Hewlêr (Rûdaw) – Çar endamên Kongreya Amerîkayê, ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê xwestin ku ji bo sekinandina êrîşên Iraqê demildest hewldanan bikin.
Çar endamên Kongreya Amerîkayê, derbarê êrîşên dawîn ên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî yên ser pêşmerge û Kurdistanê nameyek ji Rex Tillerson re xwe re şandin û daxwaz kirin ji bo bidawîkirina êrîşan hemû desthilata xwe bikar bîne.
Kongresmannan gotin: “Ji ber reftarên dawîn ên hikûmeta Iraqê ya bi hemahengiya li gel mîlîsên şîe û piştgiriya Îranê, ku êrîşê hêzên kurdî dikin û dixwazin navçeyên bin kontrola rêveberiya Herêma Kurdistanê kontrol bikin, me hest bi nîgeranî û metirsiyekê mezin kiriye.”
Kongresmanên amerîkî gotin, ku pêwîste Amerîka rê nede ew çekên ku dane Iraqê li dijî kurdan werin bikaranîn û herwiha ev rewş bandorê şerê li dijî DAIŞê neke.
Di nameya xwe de endamên Kongreya Amerîkayê gotin: “Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de hevbeşên me yên giring in. Lewma em daxwaz dikin bi kurd û iraqiyan re peywendî were sazkirin û piştrast bin, ku şerê li dijî DAIŞê dê bêyî rawestandin berdewam bike. Em li hêviya bersiveke lezgîn in.”
Navê endamên ku name şandine jî wiha ne: Ralph Abraham, Carîd Pols, Marsha Blackburn û Mayk Gallagzer.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse