Çend koçber ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûn?

21-09-2024
Hêmin Ebdullah
Çend koçber hewla çûyîna Brîtanyayê didin/Wêne: Arşîv
Çend koçber hewla çûyîna Brîtanyayê didin/Wêne: Arşîv
Nîşan Fransa Brîtanya Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Tevî ku 8 kes xeniqîn û Kurd jî di nav de hebûn vê hefteyê zêdetirî hezar koçberî ji Fransayê bi qaçaxî derbasî Brîtanyayê bûne.

Wezîreke hikûmeta Brîtanyayê da zanîn ku Fransa bi hemû hêza xwe rê li ber derbasbûna koçberan digire lê kar zehmet e.

Ji Şemiyê heta Çarşemê, hezar û 118 koçber bi belemên biçûk gihîştin Brîtanyayê û ku hinekên din bi ser neketin û 8 kes xeniqîn.

Yek ji wan ciwanekî ji navçeya Derbendîxanê ya Silêmaniyê bû ku bavê wî bi girî ji Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno re behsa wî kir.

Wezîra Ewlehiyê ya Sînorên Brîtanyayê Dame Angela Eagleyê ragihand ku Fransa ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan bi Brîtanyayê re hevkariyeke baş dike.

Dame Angela Eagleyê di bersiva pirsa “Çima hûn koçberan li belemên wan ên biçûk siwar nakin û naşînin Fransayê?” de got:

“Hikûmet nikare vî karî bike ji ber ku kalîteya beleman ew qasî xirab e dibe ku gelek koçber di rêya vegerê de bimirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst