Jîna Emînî berbijêra Xelata Sakharovê ye: Parlamentoya Ewropayê biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Jîna Emîniya ji Seqizê ku sala borî polîsên exlaqî yên Îranê ew kuştibû, ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve ji bo Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovê wekî berbijêr hat destnîşankirin.

Jîna Emînî ji aliyê 3 grûpên Parlamentoya Ewropayê ve wekî berbijêr hat destnîşankirin.

Eger ew xelatê wergire, piştî Nadya Mûrad û Lamya Beşar dê bibe sêyemîn keça Kurd a ku wê xelatê werdigire.

Du keçên Kurd ên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûn jî di sala 2016an de xelat wergirtibûn.

Li gorî Parlamentoya Ewropayê, ev xelat her sal ji bo “rêzgirtina kes û rêxistinên ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn diparêzin” tê dayîn.

Sala borî Ukraynayê wergirt

Di sala 2022yan de, gelê Ukraynayê Xelata Sakharovê wergirt.

Berbijêr ji aliyê komên siyasî yên li parlementoyê an jî herî kêm 40 parlementerên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ve têne destnîşankirin.

Jîna Emînî û jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Partiya Gel a Ewropayê, Koma Sosyalîst û Demokratan û Koma Ewropayê Nû Bikin ve wekî berbijêr hatin destnîşankirin.

Keça Kurd Jîna Emîniya 22 salî di Îlona 2022yan de serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta ku çarşefa xwe “ne guncav girê daye” hatibû girtin.

Jîna piştî çend rojan canê xwe ji dest da, bavê wê, Emced Emînî wê demê ji Rûdawê re ragihandibû ku wê bi lêdana polîsan canê xwe ji dest daye.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû remzek.

Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovê xelateke salane ye ku ji sala 1988an ve ji bo parêzvanên azadî û mafên mirovan tê dayîn.

Xelat li ser navê fîzîknas û penaberê siyasî yê Sovyetê Andrey Sakharov e û wergirên xelatê 50 hezar euroyî distînin.