Estonyayê piştgiriya xwe ya ji bo endamtiya Swêdê ya di NATOyê de dubare kir

21-09-2023
Diyar Kurde
Nîşan Estonya Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Estonyayê Alar Karis li ser endamtiya Swêdê ya di nav NATOyê de got, “Em piştgiriya serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê dikin.”

Serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê beriya ku Tirkiye dijberiya xwe ya li dijî wê vekişîne di metirsiyê de bû.

Serokê Estonyayê Alar Karis li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ji bo rûmala Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde re axivî.

Alar Karis li ser serlêdana Swêdê ya ji bo NATOyê got:

“Em piştgiriyê didin serlêdanê. Me piştgirî da serlêdana Fînlandayê jî. Em hêvî dikin ku Swêd jî bibe parçeyeke NATOyê.”

Swêd û Fînlandayê dev ji kevneşopiya xwe ya bêalîbûna leşkerî berdan û sala borî, piştî êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ji bo tevlîbûna NATOyê serlêdan kirin.

Tirkiyeyê xwest ku di berdêla erêkirina endamtiyê de zext li komên Kurdan ên li welatên Skandinavyayê were kirin.

Serlêdana Fînlandayê di meha Nîsanê de hat qebûlkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî peywendiya telefonî ya meha Tîrmehê bi Serokê Amarîkayê Joe Bîden re ragihandibû ku wan beşdariya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.

Erdogan diyar kiribû ku wan di çarçoveya rêkeftina bi Serokwezîrê Swêdê re endamtiya wan qebûl kiriye.

78emîn Lijneya Giştî ya Netweyên Yekbûyî roja sêşemê dest pê kir û heta hefteya pêşiya me berdewam dike.

Ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya Netweyên Yekbûyî bi sedan serokên cîhanê li New Yorka Amerîkayê bûn.

Bi qasî 150 rayedar û serokên dewletan dê di civînê de biaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst