Wezîrê Bazirganiyê yê Malawiyê: Bûyerên xwezayî gelek zerer gihandine me

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Malawiyê Simplex Chithyola Banda ji Rûdawê re got ku karesatên xwezayî gelek zerer gihandine welatê wan.

Simplex Chithyola Banda herwiha got ku ji bo derbaskirina kêşeyên guherîna avhewayê pêwîstî bi çavkaniyên zêdetir heye.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Malawiyê Simplex Chithyola Banda ku ji bo beşdarbûna civîna 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû, bi nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re axivî.

Simplex Chithyola Banda diyar kir ku cara yekem e beşdarî Lijneya Giştî dibe û got ku ew hînî gelek tiştan bûye û ew yek ji bo wî ezmûneke bêhempa ye.

Banda got, “Yek ji mijarên ku me beriya Lijneya Giştî nîqaş kir, karesatên xwezayî û guherîna avhewayê bû. Bahoza Freddyê bandoreke mezin li welatê me kir.

Guherîna avhewayê bandorên wêranker li ser me kir. Divê Neteweyên Yekbûyî zêdetir çavkaniyan peyda bike da ku pirsgirêkên ji ber guherîna avhewayê çareser bike.”

Ji ber bahoza Freddyê ya ku adara borî li Malawî, Mozambîk û Madagaskarê bi sedan kesan canê xwe ji dest da.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bahozê li Malawiyê bandoreke neyînî li 500 hezar kesî kiriye û 345 hezar kes jî koçber bûn.

Malawî li rojhilatê başûrê Afrîkayê ye û nifûsa wê 19 mîlyon e.