Hevahengiya serbazî ya Îran û Rûsyayê, Amerîka aciz kiriye

21-09-2023
RÛDAW
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergei Shoigu li Tehranê
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergei Shoigu li Tehranê
Nîşan Rûsya Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevahengiya serbazî ya di navbera Îran û Rûsyayê de welatên rojavayî bi taybetî Amerîka nîgeran kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergei Shoigu bi fermandarên leşkerî yên Îranê re li pêşangeheke serbazî ya li Tehranê geriya.

Rûsya dixwaze ji Îranê sûdê wergire

Rûs dixwazin şiyanên serbazî yên Îranê ji nêzîk ve bibînin, bi wê hêviya di siberojê de sûdê jê wergirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergei Shoigu got, “Niha em têbîniya wê yekê dikin ku diyaloga Rûsya-Îranê bi awayekî baş pêş ketiye.

Ev jî ji ber wê peywendiya ku ji mêj ve heye û serkirdeyên her du welatan pêş xistiye. Armanca me ew e hemû planên çalakiyên xwe bi cih bikin, li gel dijayetîkirina Amerîka û welatên rojava yên hevpeymanên wê.”

"Îranê zêdeyî 1900 dronî dane Rûsyayê"

Serokê Ukraynayê jî dibêje, ji destpêka şerê Ukraynayê ve, Îranê zêdeyî 1900 dronên corên Şahid û Muhacirî dane Rûsyayê.

Li beramberî vê yekê jî Rûsya di bernameyê mûşekî de hevkariya Tehranê dike.

Ajansa Îstixbarata Parastinê ya Amerîkayê eşkere kiriye ku Îran dixwaze hevkariya Rûsyayê bike ji bo danîna kargeheke çêkirina dronan li Rûsyayê.

Armanc ew e heta sala 2025an 6 hezar dronan çêbike lê vê hevahengiya serbazî, welatên rojavayî nîgeran kiriye.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Esmanî ya Amerîkayê General Alexus Grynkewich jî got:

“Ez derbarê pêşketina pêwendiyên navbera Îran û Rûsyayê û wan dronên bo Rûsyayê tên dabînkirin de nîgeran im.

Bi nerîna min metirsî heye ku ew teknoloji û dronên Îran dide Rûsyayê, guhertin di hinekan de bê kirin û careke din ji bo Îranê bên dayîn, ev jî şiyanên wê pêş dixe, wê jî dibînim ku derencama vê pêwendiyê dê bandorê li Sûriyeyê bike.”

Îranê red kiriye ku di êrişên li hemberî Ukraynayê de hevkariya serbazî dabe Rûsyayê.

Lê berpirsên Amerîkayê Nîsana 2023yan ragihand ku ji xeynî dabînkirina dronan, Îranê zêdeyî 300 hezar guleyên topan û bi milyonan fîşek ji Moskowê re dabîn kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst