John Kerry ji Rûdawê re axivî: Ji bo rizgariya cîhanê hîn jî hêvî heye

21-09-2023
John Kerry / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
John Kerry / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan John Kerry Guherîna Avhewayê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Avhewayê yê Amarîkayê John Kerry got, “Ji bo têkoşîna li dijî krîza avhewayê tevgereke bilez nehatiye kirin lê hîn jî şansê mirovahiyê yê serkeftinê heye.”

Nûnerê Taybet ê Avhewayê yê Amarîkayê John Kerryê ku ji bo beşdarbûna civîna 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû, bi nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr re axivî.

John Kerry têkildarî “guherîna avhewayê” nirxandinên girîng parve kirin.

“Cîhan li hemberî krîza avhewayê lawaz ma”

Keryy bersiva pirsa “Di civînê de peyama we ya ji bo krîza aboriyê çi bû?” da û got:

“Peyama min ev e: Cîhan li hemberî krîza avhewayê lawaz ma. Ji bo ku em di vê mijarê de bi ser bikevin, pêwîst e em bilezînin. Em dikarin bi ser bikevin.

Dema em ji bo vê tiştên pêwîst bikin bêyî ku pirsgirêka enerjiyê hebe, em dê li cihaneke paqijtir û ewletir bijîn.”

John Kerry herwiha da zanîn ku ji bo enerjiya paqij aboriyeke cîhanê heye û divê derfetên kar bên peydakirin.

“Cîhan dê rûbirûyî karesatekê bibe”

Nûnerê Taybet ê Avhewayê yê Amarîkayê destnîşar kir ku ji bo jiyana mirovan baştir bibe divê guherînên baş werin kirin û hişyarî da:

“Ku em van tiştan nekin dê cîhan rûbirûyî karesatekê bibe. Ji ber vê yekê jî divê em balê bikişînin ser lezginiya mijarê.”

“Deriyên dojehê vekirin”

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî Lûtkeya Avhewayê de axivî û got:

“Krîza avhewayê deriyên dojehê vekirin, bandoreke gelekî xerab li cîhanê kir.

Li gorî NASAyê, germahî di 40 salên dawiyê de her ku çûye zêdetir bûye.

Pisporên avhewayê yên li NASAyê jî dibêjin îsal sala herî germ a cîhanê bû pêşbînî dikin ku sala 2024an ji îsal germtir be.

Pispor diyar dikin ku zêdebûna germahiyê, bandorê li qeşayên cemseran dike.

Germahiya zêde şewatên daristanan û zêdebûna qadên ziwa jî bi xwe re tîne, herwiha bandorê li çandini û hêşînahiyê dike.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, germbûna cîhanê piştî şoreşa pîşesaziyê bi qasî 1,2 santîgratan zêde bûye.

Neteweyên Yekbûyî hişyariyan dide ku “Nabe ku germbûna cîhanê ji 1,5 pileyan zêdetir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst