Komîserê UNHCRê: Mijara penaberan bûye krîzeke mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîserê UNHCRê Filippo Grandi da zanîn ku mijara penaberan li gelek cihên cîhanê bûye krîzeke mezin.

Komîserê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Filippo Grandi, li New Yorkê beşdarî 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dibe.

Filippo Grandi, pirsa Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya li ser mijara penaberan bersivand.

 Grandi amaje pê kir ku mijara penaberan li gelek cihên cîhanê bûye krîzeke mezin û got:

“Ev krîz tenê bi çareseriyeke mirovî nayê helkirin, pêvidî bi çareseriyeke siyasî jî heye.”

Filippo Grandi herwiha da zanîn ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan beşdarî 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bûne.

“Ev mijar li gelek cihan bûye krîzeke mezin”

Grandi destnîşan kir ku mijara penaberan ji bo her kesî astangiyeke mezin e û pê de çû:

“Em dixwazin di civîna lijneya giştî de vê yekê bibêjin: Ev mijar li gelek cihan bûye krîzeke mezin û ji bo ku em alîkariyê bidine penaberan pêdiviya me bi çavkaniyên zêdetir ên aborî û mirovî heye.”