Serokwezîrê berê yê Îtalyayê ji Rûdawê re axivî: Hikûmeta Îtalyayê têk çûye

21-09-2023
Nîşan Îtalya Giuseppe Conte Koçber Têkçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Giuseppe Conte, got ku “Hikûmeta niha ya Îtalyayê têk çûye.”

Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Giuseppe Conte, ji Nûçegihanê Rûdawê yê Îtalyayê Zinar Şîno re ragihand ku “Li Îtalyayê rewşa koçberan dramatîk e.”

Giuseppe Conte da zanîn ku divê pirsgirêka koçberên ku ji Afrîkayê diçin Îtalyayê bi welatên ku koçber ji wan tên re were çareserkirin.

Li aliyê din, ji 11ê Îlonê ve zêdetir ji 10 hezar koçberan bi 120 kelekên biçûk gihiştine Girava Lampedusayê ya Îtalyayê.

Heta niha 7 hezar koçber birine “Navenda Pêşwaziyê” lê ev hejmar 17 qetan ji kapasîteya navendê zêdetir e.

Navenda Pêşwaziyê tenê ji bo 400 koçberî hatiye avakirin û divê were gotin ku hejmara koçberên li Lampedusayê bi ser hejmara şêniyên giravê ketiyê.

“Divê em ji bo avakirina hevahengiyekê bixebitin”

Giuseppe Conteyê ku di navbera salên 2018-2021ê de serokwezîrê Îtalyayê bû ji Rûdawê re got:

“Bêyî ku em xwe mezin bibînin divê em ji bo avakirina hevahengiyekê bixebitin. Divê em bi welatên ku koçber ji wan tên re hevahengiyê bikin û koçberan veguhêzin.”

Îtalyayê 19ê Îlonê biryar da ku li hemberî koçberan tedbîrên tund bên wergirtin.

Li gorî vê biryara Îtalyayê, divê koçberên ku mafê wan ê penaberiyê nîne werin dersînorkirin.

“Hikûmeta Îtalyayê têk çûye”

Conte, li ser polîtîkaya Hikûmeta Îtalyayê ya li hemberî koçberan got, “Bi ya min hikûmeta niha ya Îtalyayê têk çûye.”

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniya ku ji bo 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, ji rojnamegeran re gotibû:

“Beriya her tiştî ez rê nadim ku Îtalya bibe kampa koçberan, rê nadim ku bibe kampa koçberên Ewropayê.”

Li gorî rêkeftina di navbera wan de divabû Almanyayê ji Îtalyayê 3 hezar 500 koçber wergirta lê Almanyayê bi sedema ku “li ser wan zexteke mezin a koçberan heye” ev pêvajo sekinand.

Fransayê jî ji ber koçberan tedbîrên li ser sînorê xwe û Îtalyayê tunddir kirine.

Ji serê salê ve 126 hezar koçber bi kelekan gihiştine Îtalyayê.

Ev hejmar, 6 mehên ewil ên par 66 hezar kes bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst