Josep Borell bo Rûdawê: Em ligel Îranê nêzîkî rêkeftina etomî bûne

21-09-2022
RÛDAW
Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell bersiva pirsa Rûdawê da
Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell bersiva pirsa Rûdawê da
Nîşan Josep Borell Yekîtiya Ewropayê Îran Rêkevtina Etomî Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell ragihand ku ew  bi Îranê re nêzîkî peymana etomî bûne û got: “Em dê bibînin ku di hefteyên pêş de çi dibe."

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell ku ji bo beşdarbûna 77emîn Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye, bersiva pirsa Edîtorê Dîplomasiya Rûdawê Mecîd Nîzamedîn Gilî ya derbarê Rojhilata Navîn da.

Li ser pirsa Mecîd Nîzamedîn Gilî ya “Rast e niha Ukrayna mijara sereke ye, lê li Rojhilata Navîn Sûriye hêj di nava şer de ye û metirsiya DAIŞ û terorê hêj berdewam e. Hevalbendên we yên wek Kurd di bin zextê de ne û ji aliyê din ve jî metirsiya çekên etomî ya Îranê heye. Ma hûn natirsin ku şerê li Ukraynayê bibe sedem ku hûn guh nedin gef û krîzên li hewşa xwe, li Rojhilata Navîn?” Borel wiha bersiv da:

“Na, qet nabe. Eger hûn saetên ku min û tîmê min ji van pirsgirêkan re terxan kirine û saetên ku me ji bo dîtina çareseriyek ji pirsgirêka peymana etomî re xebitîne bijmêre, bawer bikin ku hûn bi yekî re diaxivin ku ew ji wê yekê pêbawer e ku encamên baş bi dest bixe. Na, hûn nikarin gilî bikin ku Yekîtiya Ewrûpayê têra xwe guh nade vê mijarê. Em hêj negihiştine encameke diyar, lê em nêzîkî rêkeftinekê bûne. Em dê bibînin ku di hefteyên pêş de çi dibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst