Wezîrê Derve yê Fînlandayê bo Rûdawê: Mafên Kurdên hemwelatiyên Fînlandayê tên parastin

Wezîrê Derve yê Fînlandayê Pekka Haavisto di hevpeyvînekê de bi Tora Medyayî ya Rûdawê re radigihîne, Kurdên ku hemwelatiyên Fînlandayê ne ti metirsî li ser wan nîne û “bi temamî ji aliyê dewleta Fînlandayê ve têne parastin.”

Wezîrê Derve yê Fînlanda ku duh 20ê îlona 2022an li baregeha Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ji Rûdawê re axivî û got bi tenê 3 welat ji koma 27 welatan mane ku endambûna wan di NATOyê de qebûl bikin, ku ew jî Slovakya, Mecaristan û Tirkiye ne.

Pekka Haavisto diyar kir, civînên wan ên bi Tirkiyê re yên têkildarî endamtiya Fînlandayê di NATOyê de “gelek baş” bûne, herwisa derbarê nîgeraniyên Tirkiyê de jî got “Bê guman dilgiraniya herî mezin a Tirkiyê mijara teror û rewşa ewlekariya navxweyî ye. Bê guman PKK li nik Fînlanda û Swêdê jî rêxistineke terorîst e.”

Wezîrê Derve yê Fînlandayê di hevpeyvîneke taybet de ku Mecîd Gilî û Roj Elî Zalle pê re kirine, bersiva pirsên Rûdawê dide.

Rûdaw: Pêşî ez dixwazim bipirsim; vegera bo vir yek ji (karên) malbata NATOyê bû. Gelo hûn difikirin evê bandoreke çawa li ser helwesta Fînlanda li ser asta navdewletî pêk bîne?

Wezîrê Derve yê Fînlanda: Bê guman salekê berî niha me pêşbînî nedikir ku Fînlanda û Swêd evqasî zû bibin beşek ji NATOyê. Ev giş jî bi sedema êrişa Rûsyayê li dij Ukraynayê ku di 24ê sibatê de dest pê kir. Lewra jî Swêd û Fînlandayê bertekên tund nîşan dan û me formên endamtiya NATOyê dagirt. Proseya qebûlkirina her du welatan (di hevpeymaniyê) de bilez derbas bû û bi tenê sê welat mane endamtiyê pesend bikin: Slovakya, Meceristan û Tirkiya. Em dipên ev jî zû biqewime.

Rûdaw: Astengiya herî mezin kîjan e? Ma Tirkiya ye? Gelo hûn bi Tirkiyê re di nava gotûbêjan de ne? Dilgiraniya wan a sereke çi ye?

Wezîrê Derve yê Fînlanda: Bi rastî, civînên me yên pir baş bi Tirkiyeyê re hebûn, pêşî li Medrîdê. Di civîna Swêdê de Erdogan wek serokê welêt û serokwezîra Swêdê jî amade bûn. Paşê jî di meha tebaxê de, em her du alî li Helsînkî li ser asteke din civiyan. Bê guman dilgiraniya herî mezin a Tirkiyeyê mijara terorê û rewşa ewlekariya navxweyî ye. Bê guman PKK li ba Fînlanda û Swêdê jî rêxistineke terorîst e.

Rûdaw: Gelo we jî heman têgihîştina Tirkiyê heye ka terorîst çi ne û kî jî ne terorîst in?

Wezîrê Derve yê Fînlanda: Bê guman ev tiştek e ku em li ser diaxivin; tişta ku ji Tirkiyê re eşkere ye ew e ku em Fînlanda û Swêd di vî warî de qanûnên xwe yên niştimanî dişopînin. Her wisa em beşek in ji hevpeymaniya li dij terorê, li dij DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst û ji ber vê yekê jî di vê mijarê de armancên me yên hevbeş hene.

Rûdaw: Hûn çaverê dikin hûn kengî bibin endamên tam ên NATOyê?

Wezîrê Derve yê Fînlanda: Bê guman proseya endamtiya me pir bilez derbas bû û niha ji tevaya 30 welatan 27 welatan endamtiya Fînlanda û Swêdê di NATOyê de pesend kiriye, û tenê sê welat mane û em li bendê ne ku cîbicîkirina vê hemûyî demeke dirêj nexwe.

Rûdaw: Gelo hûn jî nola hinek berpirsên îstixbarata Amerîkayê ku ji medyayên Amerîkayê re ragihandine ji egera zêdebûna kêşeyên atomî li Ukraynayê ditirsin. Ma hûn jî ji vê yekê dilgiran in? Bi dîtina te, ew gotinên li ser zêdebûna aloziyên nukleerî çiqasî nêzî rastiyê ne?

Wezîrê Derve yê Fînlanda: Yek ji sedemên ku wisa dike Fînlanda bibe endama NATOyê ew e ku bihara borî di nûçeyan de gelek peyivîn û axaftin hat kirin, ne tenê li ser çekên atomî, lê herwiha li ser kumên atomî yên çalak û neçalak jî. Welatiyên Fînlandayê jî ji min wek wezîrê derve pirsîn ku eger em bi vê rewşê re rûbirû bimînin, divê em çi bikin? Bê guman, di vê xalê de pêwîstiya te bi hevahengiya lezgîn heye. Ji ber vê yekê em difikirin ku malbata NATOyê ji bo me cihê herî baş e, û bê guman Rûsya niha di pozîsyona berevaniyê de ye û Ukraynayê di çeperên şer de destkeftên berbiçav bi dest xist. Em hêvîdar in ku rewş aloztir nebe û negihe asta ku aloziyên atomî zêde bibin. Tiştekî wiha bê guman wê ji bo hemû mirovahiyê bibe felaket.

Rûdaw: Ma ez dikarim pirseke din ji te bikim? Gelo hemwelatiyên li Fînlandayê ku paşxaneke wan a Kurdî heye, divê bifikar bin ku zextên Tirkiyê dê helwesta hikûmeta welatê we li ser rewşa wan a penaberiyê û mafê mayîna wan li welatê we biguhere?

Wezîrê Derve yê Fînlanda: Hemwelatiyên Kurd ku hemwelatiyên Fînlandayê ne, xwediyên hemû mafên hemwelatiya Fînlandayê ne û ji ber vê yekê jî ji aliyê dewleta Fînlandayê ve bi tevahî têne parastin.