Di nav 4 salan de 67 kîlo zêr dizî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê karmanedekî kompaniya Osramê di navbera 4 salan de li cihê ku lê kar dikir 67 kîlo zêr diziye.

Li gorî zanyariyên medyayên Almanî li bajarê Regensburgê ya Almanyayê karmanedekî kompaniya Osramê di navbera salên 2012 – 2016an de li cihê ku lê kar dikir 67 kîlo zêr diziye ku buhayê wê dike 2.3 milyon Euro. Kompaniya Orsamê di sala 2018an de di derbarê diziyê de gilî kiriye.

Gumanbarê 41 salî ku bi eslê xwe Rûs e, piştî diziya zêran reviyaye welatê xwe Rûsyayê. Gumanbar li Rûsyayê hat girtin û di Adara 2021an de ji bo Almanyayê hat veguhestin.

Hat zanîn kesê ku zêr diziye pê madeyê hişbir marîjuana stendiye û 1 kîlo zêr bi 1 kîlo marîjuana guhertiye.

Li aliyê din berdevkê dozgeriya Almanê neda zanîn ku gumanbarê 41 salî çewa zêr diziyê. Lê tê gotin ku di her awayî de gumanbar zêran li ser laşê diziye. Di îdîanemeyê de gumanbar bi 222 bûyerên diziyê tê tawanbarkirin.

Berdevkê dozgeriyê diyarkir ku gumanbar di dema lêpirsînê de qebûl kiriye ku di diziyê de havkari hatiye kiriye.

Herwiha berdevkê kompaniya Osram diyar kir ku çîpên zêr di dema hilberîna çîpên LED de derdikevin. Ev bi piranî ji bo pîşesaziya otomotîvê tên bikaranîn.