Amerîka bo Kendavê hêza leşkerî dişîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco diyar kir ku ji ber daxwaza Erebistana Siûdî û Îmaratê ew dê bo parastina asmanî hêzên leşkerî bişînin Kendavê.

Li Qesra Spî derbarê êrîşên ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco ya Siûdiyê de civîna ewlehiya neteweyî hat kirin.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper piştî civînê li Pentagonê ligel Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford civîna çapemeniyê li dar xist.

Esper destnîşan kir ku ji ber êrîşa ser saziyên petrolê yên kompaniya Aramco li herêmê alozî zêde bû û got: "Hemû dane nîşan didin ku berpirsê êrîşê Îran e."

Di axaftina xwe da Esper got ku Amerîka li ser daxwaza welatên Kendavê  bo ji hêla parastina asmanî ve dê leşkerên xwe bo herêmê veguhezin û wiha pê de çû: "Erebistana Siûdiyê bi armanca êrîşeke din neqewime û binesaziya xwe biparêze bi daxwzeke navneteweyî alîkarî xwest. Ji bilî vê Îmaratê jî alîkarî xwest. Li ser daxwaza Qraltiyê, Serok (Donald Trump) jî bi taybetî di qada parastina asman û moşekê de biryar da ku bi armanca parastinê hêzên Amerîkayê bo herêmê bên veguhestin."

Roja Şemiyê (14.09.2019)  di saetên sibehê de, 2 saziyên Kompaniya petrolê ya niştimanî ya Erebistana Siûdî, Saudî Aramco, rastî êrişê hatin û agir bi wan saziyan ketibû.

Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevaniya wan dike, bi daxuyaniyeke nivîskî, êriş li xwe girtibûn û ragihandibûn ku wan ew êriş bi dronan encam dane û herwiha derbarê êrişê de hinek dîmen hatibûn belavkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, herwiha piştî wan êrişan aşkere kiribû ku ew encamderên êrişên li ser saziya petrolê ya Siûdiyê dizanin û ew dê li gor bersiva Riyazê, destnîşan bikin, bê ka dê di kîjan şert û mercan de bikevin nav tevgerê û ragihandibû ku ew bo her êrişekê amade ne.