Amerîkayê êrişa Îranê bo ser partiyên Rojhilat bire Encûmena Asayişa Navdewletî

21-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Amerîka Nikki Haley HDK PDKÎ Îran Êrişa mûşekî Koye
A+ A-

New York (Rûdaw) - Amerîkayê dosyeya êrişa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên PDKÎ û HDKê li Koyê bire Encûmena Asayişa Navdewletî. Balyoza Amerîkayê ya li Netewên Yekgirtî Nikki Haley jî dibêje, divê Encûmena Asayişa Navdewletî giringiyeke taybet bide destdirêjiyên Îranê yên li nav axa Iraqê.

 

Peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê Mecîd Nizamedîn Gilî ragihand, Amerîka bi awaykî fermî mijara mûşekbarankirina baregehên HDK û PDKÎyê gihande Encûmena Asayişa Navdewletî. Balyoza Amerîka ya li Netewên Yekgirtî jî di gotarekê de bo yekemîn car jî li civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî navê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê anî û behsa wê êrişê kir, ku di wan demên dawiyê de bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koyê.

 

Mecîd Nizamedîn Gilî diyar kir, Nikki Haley di gotara xwe de got, êrişa Îranê bo ser baregehên partiya demokrat binpêkirina serweriya Iraqê ye û herwiha binpêkirina projebiryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li New Yorkê herwiha da zanîn, kopiyeke gotara Haley bi nivîskî gihîştiye destê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li New Yorkê û tekez kir, sê beşên gotarê li ser êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Peyamnêrê me da xuyakirin, Nikki Haley di gotara xwe ya li Encûmena Asayişa Navdewletî de daxwaz ji hemû endamên wê encûmenê kir, ku gelek giringî bi êrişa Îranê ya li Koyê bidin û tekez kir, ku gelek sedem hene ku giringî bi vê mijarê were dan.

 

Mecîd Nizamedîn Gilî herwiha ragihand, Haley gotara xwe taybet kiribû bi rola Îranê li nav Iraqê û destwerdanên wî welatî li Iraqê û li ser wê yekê jî gelek zanyarî bi hûrgilî pêşkêş kir. Bi gotina peyamnêrê me, Balyoza Amerîkayê ya li NY, amaje bi rola General Qasim Sulêymanî di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kir û ew rola Îranê bi xirab û weke gef bo ser tevahiya navçeyê bi nav kir.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li New Yorkê tekez kir, ku Nikki Haley hişyarî jî da Îranê ku li Iraqê êrişî ser berjewendî û welatiyên Amerîkayê neke.

 

Mecîd Nizamedîn Gilî herwiha ameje bi lidarxistina civîna lûtke ya salane ya Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî kir, ku dê di heftiya bihê de were sazkirin û got, îsal 95 serkirde û serokomar, şah beşdarî civînê dibin, herwiha nêzîkî 10 hezar kes ji wezîrên derve, berpirs û dîplomatên 193 welatên endamê NY tevlî civîna lûtke ya Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî dibin.

 

Bi gotina peyamnêrê me, ji ber fişarên Amerîkayê, rola Îranê li navçeyê dê yek ji mijarên sereke yên civîna lûtke ya îsal a Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî be. Herwiha çend civîn û bone derbarê Iraqê de jî dê bihêne lidarxistin ku têkildarî rewşa Iraqê û Heêrma Kurdistanê de ne.

 

Roja Çarşembiya bihê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi xwe li baregeha NY amade dibe û serokatiya civîna Encûmena Asayişa Navdewletî dike.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li New Yorkê ew yek jî aşkere kir, ku li gorî zanyariyan Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo civîna îsal a Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî ti şand neşandiye, di demekê de ku di salên bihorî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda xw eya taybet dişand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst