Ciwanên her perçeyên Kurdistanê bi hev re gotin serxwebûn

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanên ji her parçeyên Kurdistanê yên li Norweçê bi amadekirina vîdeoyekê piştgiriya xwe ji bo giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê radigihînin.

 

Her ku dema giştpirsiyê serxwebûnê Kurdistanê nêzîk dibe, piştgiriya ji bo serxwebûna Kurdistanê jî mezintir dibe. Ciwanên li Norweçê dijîn bi vîdeoyekê ku ji aliyê ji aliyê Şerzad Taherî ve hatî tomarkirin û taybet bo Rûdawê hatiya şandin, banga “Belê” ji bo giştpirsiyê dikin.

 

Piştî ragehandina dema giştpirsiya serxwebûnê Kurdistanê bi taybetî di nav ciwan û nifşên nû de hestên netewî gehiştiye asta herî bilind.

 

Ciwanên kurdên li Norweçê dijîn jî bi amadekirina vîdeoyekê piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê diyar dikin.

 

Yek ji amadekara girtî vîdeoyê Veman Linevai ya xelka Duhokê ji Rûdawê re ragihand, ku wan xwest bi vê girte vîdeoyê diyar bikin ku ciwanên her perçeyên Kurdistanê bi dengekî bilind piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.

 

 Veman Linevai wiha got: “Di dilê her kurdî de dewleteke serbixwe heye. Îro Başûrê Kurdistanê ye sibe dora Rojava, Bakur û Rojhilata Kurdistanê ye…”