Mûzexane çek, tank û topan difiroşe

21-09-2016
RÛDAW
Nîşan Mûzexaneya Normandiya Fransa Şerê Cîhanê yê Duwem
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Di mûzexaneya Normandiya (Airborne) ya Fransayê de çek û alavên ku di şerê cîhanê yê duwemîn mane, tên firotin.  

 

Mûzexaneya Normandiya (Airborne) ku pêşangeha taybetî ya tank, top, firoke û çekên şerê cîhanê yê duwem e, li bajarê Seinte Mere ya bakurê Fransayê ye.

 

Kesên serdana mûzexaneyê dikin her diçe kêm dibin. Lewma xwedanê wê dibêje, “Êdî nikarim xercên mûzexaneyê pêşwazî bikim.”

 

Xwedanê mûzexaneyê Patrick Nerrant, ji salên 1980ê ve ji bo komkirina çekên ji şerê cîhanê yê duwem mane, kolan bi kolan digere.

 

Nerrant dibêje, “Hejmara nîştecihên herêma me kêm e. Ji ber vê kesên serdanê dikin jî kêm in. Mûzexaneya me taybet e û ne weke yên fermî ye. Lewma em baceke girqan didin.”

 

Di nava mûzexaneyê de motorên leşkerî, tankên Kraisler, cîpên Amerîkî, çekên li dijî dirokeyan û topên giran hene ku di sala 1944ê de li Fransayê li dijî êrîşên Naziyan hatine bikaranîn.

 

Niha jî otomobîl, tank û çekên giran ên mûzexaneya Normandiyayê kar dikin û xwedanê wan ew xistine bazara azad a firoştinê.

 

Nirxê çekên giran di navbera 279 hezar û 446 hezar dolaran daye. Tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de pisporên leşkerî û sermayedar serdana mûzeyê bikin û çekan bikirin.

 

Patrick Nerrant dibêje, firotina wan baştir e ji pûçbûn û ji baca giran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst