Hingivê Çewlîgê li Londrayê madalyaya zêrîn wergirt

21-08-2024
RÛDAW
Malbata mêşan xwedî dike li Londrayê madalyaya zêr hilda / Wêne: AA
Malbata mêşan xwedî dike li Londrayê madalyaya zêr hilda / Wêne: AA
Nîşan Çewlîg Hingiv Londra Madalyaya Zêrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîga Bakurê Kurdistaê malbata Şenliyan li quntara Çiyayên Şeytanê mêşan xwedî dike.

Hingivê mêşên ku malbat xwedî dike, li Londraya paytextê Brîtanyayê di pêşbaziya ku hilberînerên 54 welatan beşdar bûnê de madalyaya zêr qezenc kir.

Hingivê Çewlîgê ku Yekîtiyta Ewropayê tescîl kir, di 174 hezar kewarên mêşande tê hildan.

Li bajêr hezar û 300 mêşvanên qeydkirî hene.

Endamên malbata Şenliyan ji bav û kalên xwe vir ve mêşan xwedî dikin û ji bo ku mêşên wan hingivê herî bi qalîte bidin jî gelekî dixebitin.

Malbat bi pêşengiya Turan Şenliyê 56 salî li quntara Çiyayê Şeytanê ku bilindahiya wî nêzîkî 2 hezar û 250 metre ye, mêşan xwedî dike.

Ji bo hilberîna hingiv florayeke dewlemend heye

Li wê derê ji bo hilberîna hingiv florayeke gelekî dewlemend heye.

Nêzîkî 2 hezar kewarên malbatê hene.

Malbat ji bo ku siruştîbûna hingivê mêşên xwe di arenaya navneteweyî de nîşan bide, 10ê Gulanê serî li "Pêşbaziya Xelatên Hingiv a Londrayê" da.

54 welat beşdarî pêşbaziyê bûn

54 welat beşdarî pêşbaziyê bûn û komîteyê di encama nirxandinê de 13ê Tîrmehê xelata madalyaya zêr da hingivê Çewlîgê yê ku malbata Şenliyan şand.

Turan Şenlî got ku ew bi kurê xwe û biraziyên xwe re mêşan xwe dikin û ji malbata wan 14 kes hilberîneriya hingivê ku aromaya wê ji gonî û cehtiriyê tê, dikin.

Şenlî wiha dewam kir:

"Piştî ku Yekîtiya Ewropayê hingivê Çewlîgê tescîl kir û me xelat stand, me îsal bi kelecaneke cudatir dest bi berhevkirina hingiv kir.

Em ji bo siruştîbûna hingivê Çewlîgê biparêzin dixebitin û hilberîneriya xwe bi vî rengî dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst