Pitikekî mar gez kir û mar mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Biharê ya Hindistanê, pitikekî got qey mar pêlîstok e û mar gez kir.

Mar ji ber geza pitikê yek salî mir.

Li gorî nûçeya rojnameya Hindustan Timesê, malbata pitikê yek salî ya li herêma Rajauliyê ya Biharê diyar kir ku pitikê wan marek gez kir.

Bi gotina malbatê, pitikê wan nezaniye ew marê rast e û mar gez kiriye.

Malbatê diyar kir ku mar miriye û wan jî piştî bûyerê pitik bir nexweşxaneyê.

Bijîşkan da zanîn ku ku rewşa wî pitikî baş e.

Li Hindistanê marên bê jehrî di dema mûsonê de gelek caran tê dîtin.