Demokrat ji biserketina Kamala Harrisê piştrast in!

Chicago (Rûdaw) – Endam û nûnerên Partiya Demokrat piştrast in ku dê namzeda wan Kamala Harris zora Donald Trump bibe.

Kongreya Partiya Demokrat li bajarê Chicagoyê yê Amerîkayê tê kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde kongreyê dişopîne û agahiyên herî nû vediguhêze.

“Dilê min gelekî xweş e”

Endamê Meclisa Nûneran Jim McGovern wiha behsa hestên xwe kir:

“Dilê min gelekî xweş e û ez ji paşerojê bi hêvî me.

Bi ya min dê Kamala Harris û Tim Walls bibin du lîderên bêhmepa yên paşeroja vî welatî.”

Jim McGovern diyar kir ku xelk ji ber Trump hatiye qaqa reş û derûniya xelkê têk çûye.

“Min ti carî ev coş û kelecan nediye”

Endamê Meclisa Nûneran Robert Garcia jî got ku “Trump tawanbarekî fêlbaz e” û berdewam kir:

“Vê kongreyê em hemû gihandin hev û ez gelekî dilxweş im.

Ez beşdarî pênc kongerayn bûme, min ti carî ev coş û kelecan nediye.”

Lori Trahanê jî diyar kir ku di nava çend hefteyên borî de nêzîkî 300 hezar dengên Demokratan zêde bûne û ji sedî 80yê wan ciwan in.

Emanuel Cleaverê ku ji 2005an ve endamê Meclisa Nûneran e jî ji Diyar Kurde re got:

“Ez dikarim bibêjim em partiyek in ku em hemû kesî li xwe dihewînin.

Gelek ciwan tevî partiya me bûne û em pêşbînî dikin ku ev hejmar piştî kongreyê zêdetir jî bibe.”

Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin.

Li gorî rapirsiya herî nû, Donald Trump ji sedî 46,7ê dengan û Kamala Harris jî ji sedî 48,2yê dengan distîne.