Senatorê Amerîkayê: Mala Kurdan ava, wan dema DAIŞê alîkariya me kir

1 demjimêr berê
Diyar Kurde
Mark Kelly / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mark Kelly / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mark Kelly Senatorê Amerîkayê Kurd
A+ A-

Chicago (Rûdaw) – Senatorê Amerîkayê Mark Kelly got ku Kurdan dema şerê DAIŞê alîkarî daye Amerîkayê û spasiya Kurdan kir.

Kongreya Partiya Demokrat li bajarê Chicagoyê Amerîkayê tê kirin.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde kongreyê dişopîne û agahiyên herî nû vediguhêze.

“Em spasiya Kurdan dikin”

Senatorê Amerîkayê Mark Kelly ji Diyar Kurde re got:

“Em spasiya Kurdan dikin û wan dema şerê DAIŞê alîkarî da me.

Ez beşdarî Şerê Yekem ê Kendavê jî bûm ku Sedam Husên Kuwêt dagir kir.

Kuwêt hevpeymaniyeke me bû û me jî ew ji Kuwêtê derxistin.”

Mark Kelly bal kişand ser komên çekdar ên li Îraqê jî û li pey çû:

“Niha li Îraqê komên çekdar hene ku wekîliya Îranê dikin.

Ew kom ji bo şirîkên me û Rojhilata Navîn gef in.”

Senatorê Amerîkayê destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ji bo Amerîkayê û ewlehiya wê ya niştimanî xwediyê girîngiyeke jeosiyasî ye û got:

“Rojhilata Navîn ji bo ewlehiya Kurdên li Îraq û hemû herêmê jî girîng e.”

Divê were gotin ku li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin.

Li gorî Mark Kelly, dê namzeda Demokratan Kamala Harris bi ser bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst