Koçberekî Kurd 3 roj in li Bulgaristanê winda ye

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Ebû Zêd Mihemed Mesûm Qamişlo Bulgaristan Wenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê 3 roj in li Bulgaristanê winda ye.

Ciwanê bi navê Ebû Zêd Mihemed Mesûm ê 25 salî 8ê Tebaxê ji Ezazê çûbû Stenbolê.

Ji Stenbolê jî xwest ku bi rêya qaçaxçiyan here Bulgaristanê û ji wir jî xwe bigihîne Almanyayê.

Li gorî malbata Ebû Zêd, piştî ku kurê wan 3 rojan li daristanên Bilgaristanê maye ji hevalên xwe veqetiyaye û ev 3 roj in ku wenda ye.

Birayê Ebû Zêd ji Rûdawê re got birayê wî berî ku ji hevalên xwe veqete bi jehrê ketibû.

Wî ji hevalên xwe re gotibû ku dê xwe radestî polîsan bike lê ev 3 roj in wenda ye.

Ji wê rojê şûn de ti kes li ser wî tiştekî nizane.

Malbata wî bi rêya Rûdawê dixwaze, her kesê ku tiştekî li ser kurê wan zanibe bila wan agahdar bike.

Ebû Zêd Mihemed Mesûm ê 25 salî ji bajarê Qamişloyê ye.

Ciwanê Qamişloyî Ebû Zêd Mihemed Mesûm, bavê zarokekî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst