Korowai, êla ku bi teşeya beriya 11 hezar salan dijî
Daristanên Papuayê – Endonezya (Rûdaw) - Eşîra Korowaiyan a ku di kûrahiyên sêyem daristana herî mezin û bibaran a cîhanê de, Daristanên Papuayê, li Endonezyayê dijî, bi dehan sal e ku bi şêwejiyan, kevneşopiyên civakî, baweriyên olî û xwarina goştê mirovan bala antropolog û lêkolîneran kişandiye ser xwe.
Herçiqasî ji ber dijwariya gihîştina kûrahiya daristanan û cihê jiyana Korowaiyan wekî pêwîst adet û têgihîştina wan a dinyayê nehatiye lêkolînkirin lê hin lêkolînên ku di medyayên cîhanî de li ser wan hatine kirin, ew wekî eşîra dawî ku goştê mirovan dixwin, dane nasîn. Rûdaw wekî yekane medyaya Rojhilata Navîn, çû wê herêmê û belgefîlm li ser eşîrê çêkir. Ez dixwazim hûrgiliyên seredana êlê û hin agahiyên ku di belgefîlmê de cih negirtine, li vir nîşan bidim.
Eşîra Korowaiyan
Korowai cara yekem di sala 1974an de ji hêla antropologê Amerîkî Peter Van Arsdale ve hatin vedîtin. Berî hingê dinyayê nizanibû ku eşîrek li wê dijî. Lê ya hê giringtir, haya eşîrê jê nebû ku li derveyî daristana wan cîhanek heye. Min ji serokê eşîrê Papa Markus pirsî, ma tu dizanî Endonezya çi ye? Wî bersiva min wiha da û got: “Min hin kesên ku çermê wan spî bû dîtine. Dema min pirsî, ew çima wisa ne, wan got ew Endonezyayî ne. Ez ji hingê ve dizanim ku Endonezya heye.” Min jê pirsî lê li derveyî Endonezyayê çi heye? Papa Markus bi tenê milê xwe hejand û bi îşaret got ''Ez nizanim.''
Korowai êlek e ku heya niha di teşeya herî xwerû ya jiyana mirovan de dijî. Endamên wê bi taybetî wekî mirovên serdema qonaxa nêçîrê dijîn (çaxê nêçîrê berî nêzîkî 11-12 hezar salan kuta bû û qonaxa çandiniyê dest pê kir) lê Korowai heta niha jî negihîştine qonaxa çandiniyê û xwarin û pêdiviyên xwe tenê bi rêya nêçîrê û berhevkirina xwarinên li daristanê peyda dikin. Çandiniya tenê ku ew pêk tînin baxçevaniyeke xwerû ye (Horticulture). Carinan guh didin darên fêkî û şînkatiyên li daristanê daku di dema gihaştina wan de mifayê ji wan binînin. Korowai tenê goştê kûçikan naxwin. Hemî celebên din ên heywanên daristanê digirin û dixwin, nemaze teyrikên kasowarî (ku fena hêştirmeyê ne û nikarin bifirin) û beraz.
Korowai eşîrên nîvgerok in. Di malbateke piçûk de (tenê hin kes) beşekê ji daristanê paqij dikin û yek ji wan tiştên ku Korowai bi wan têne naskirin xaniyên wan ên li ser daran e ku ji 30 heta 40 metreyî bilind in. Çêkirina xaniyên xwe li ser daran (Treehouses), ji bilî çend motîvasyonên fîzolojîk û hewcedariyên jiyanê li daristanê, baweriyeke olî li pişt wê heye. Li gorî baweriya Korowaiyan, cin û giyanên şerxwaz li daristanê hene û ew li ser daran ji van ruhan têne parastin. Li jêr, li beşa ku ez tê de behsa bîr û baweriya wan a olî dikim, ez ê berfirehtir behsa vê mijarê bikim.
Sedemeke din a çêkirina xaniyên xwe li ser daran, hêwîbûna daristanê ye. Çar demsalên daristanê mîna hev in û pileyên germahiya wê heta radeyekê aram in û hertim (xasma sibehan zû) baran lê dibare. Ev yek bûye sedem ku rêjeya hêwîbûna daristanê nêzî ji sedî 80yî bibe.
Xaniyên li bilindahiya daran ji wan re dibe alîkar ku ji germ û şiliya daristanê dûr bimînin û li jor hest bi hênikiyê bikin. Sedemek din jî ew e ku li daristanê gelek mêş û kêzik hene. Tevî bikaranîna sê cureyên dermanên dijî kelmêşan, hîna divabû em di konekî de razin da em xwe ji pêşî û kelmêşan biparêzin lê ew li ser daran bi aramî radizan.
Şerê navbera eşîran û tirsa êrîşên eşîran sedemeke din e ku Korowai malên xwe li bilindahiya daran ava dikin. Xaniyên bilind nola bircekê li ser daristanê dinêrin û di egera êrişa eşîrên din de zûtir û baştir ji êrişan haydar dibin û zûtir û baştir dikarin xwe veşêrin. Papa Markus ji min re got ku dema ew zarok bû her tim di navbera eşîran de şer û pevçûn diqewimîn lê di van salên dawiyê de kêm bûne.
Herêma Papuayê
Herêma Papuayê li girava Papuayê ye. Beşeke giravê dewleteke serbixwe ye bi navê (Papua Nu Gînî) û para wê ya din ji aliyê Endonezyayê ve hatiye kontrolkirin. Parçeyê ku di bin kontrola Endonezyayê de ye wekî Papûaya Rojava tê zanîn. 312 eşîr lê dijîn. Piştî dîtina hin çavkaniyên giranbiha li wê herêmê, hejmareke zêde ya xelkê ji deverên din ên Endonezyayê koçî herêmê kir.
Bi taybetî kesên ku di pîşesazîya dar û textikan de yan jî di hilberîna lastîkê de dixebitin. Di van salên dawiyê de, hejmareke berbiçav seba dîtina zêr li keviya çemên wê herêmê, koçî herêmê kiriye. Eşîrên herêmê xwedî zimanê xwe ne û reng, çand, adet û tew olên wan jî cihê ne.
Piraniya nifûsa resen a herêmê xwedî ola xwe ye. Lê gelek ji wan jî Xiristiyan in, nemaze piştî bi dehan salan ji hewlên rêxistinên Xiristiyan, ku rêxistin û tîmên taybet ên nêzîkî pênc mezhebên Xiristiyanî li navçeyê hene ku hewl didin şêniyên wê herêmê bikşînin ser rêolên xwe.
Herêma Papûaya Rojavayê bi dehan sal e ji bo serxwebûnê şer dike û endama Rêxistina Neteweyên Bêdewlet e, ku Herêma Kurdistanê jî endama wê ye. Li herêmê aleke xas heye lê hildana alê li herêmê û li seranserê Endonezyayê qedexe ye. Reng û teşeya alê pir nêzî ala Kûbayê ye. Loma carinan şêniyên vê herêmê ala Kûbayê li ser t-shirt û kumên xwe dikin wekî rêyeke qanûnî ji bo îşaretkirina daxwaza serxwebûna herêma xwe.
Em gihîştin navçeya Korowaiyan
Korowai li herêma Papua ya Endonezyayê dijîn. Ew devereke dûr a Endonezyayê ye û rêyên çûnûhatinê yên piraniya derên daristanê nînin. Piştî guhartina heft firokexane û çend firokeyên piçûk, divê tu bigihî balafirgeheke piçûk a li daristanê (Balafirgeha Dekai), ji wir bi şûn de tu rêyeke otomobîlan namîne, divê tu di çemên daristanê de û bi rêya kelekan çûnûhatinê bikî. Piştî rojekê bi kelekê, em gihîştin kûrahiya daristanê, li wir gundek ji bo hin malbatên eşîrê yên ku dev ji jiyana daristanê berdaye, hatiye çêkirin.
Hikûmeta Endonezyayê sala 1992an ew gund ava kir, da ku endamên eşîrê dev ji jiyana daristanê berdin û li gundekî li kêleka çêm bi cih bibin. Behaneya hikûmetê ew e ku jiyana li daristanê dijwar e û tu xizmetguzarî lê nînin lê di rastiyê de, hin faktorên din li pişt hewldanên hikûmetê ne, di nav wan de hewldana kêmkirina bingehên grûpeke çekdar ku hewla serxwebûna herêmê dide.
Hejmareke berbiçav ji artêş û hêzên esmanî li nêzî daristanê hatine bicihkirin. Hema ku em gihîştin balafirgehê, di balafira piçûk de tenê em biyanî bûn. Dema em ji balafirê daketin, li ber deriyê balafirê efserek li benda me bû. Wî xwe wek efserekî Hêza Hewayî ya Artêşa Endonezyayê da nasîn û ji me xwest ku em rave bikin ka çima em çima diçin serdana wê deverê. Me berê ji paytexta herêmê erêkirina polîsan wergirtibû ku em ê biçin wê devera daristanê. Piştî ku me kaxez û belgeyên xwe nîşanî wî dan, efserê hêzên hewayî ji me xwest ku em biçin qereqola polîsan a li herêma ku balafirgeh lê ye.
Her çiqasî me hemû tedbîrên qanûnî cîbicî kiribûn û kaxeza rêdanê bi me re bû lê polîsên navendê nedixwest rê bidin me ku em biçin daristanê. Bafika wan ew bû ku komeke çekdar li wê deverê çalak e û ji bo ewlehiya me naxwazin destûrê bidin. Grûpa Organisasê Papua Merdeka (Rêxistina Azadiya Papuayê) li deverê çalak e û li jêr dema ku ez dabaşa ewlehiya daristanê bikim, ez ê berfirehtir behs bikim.
Piştî razîbûna polîsan, pêwîst bû ku em hemû xwarin û pêdiviyên çend rojên li daristanê ji bazareke nêzîkî firokexaneyê bikirin û kelekekê peyda bikin ji bo ku me di Çemê Birazayê de, bigihîne devera Korowaiyan û divabû em hin barkêşan jî peyda bikin ku di dema meşa bi piyan li daristanê de, rahêjin kelûpel û tiştên me.
Qeyikeke Papa Wanma ya ji fiberglasê çêkirî û bi motorekî piçûk hebû. Tevî ku ew ne piştrast bû ku dikare me bi silametî bigihîne wê dera daristanê lê wî ji me re got ku ew ê bi şev li asta ava çêm binêre û dê me agahdar dike ka dikare me bigihîne yan na. Dema em li wir bûn asta ava çêm nizm bû. Ji bilî tîmsahan, çem tijî dar bû. Hin dar metirsiyeke cidî li ser kelekan û her kesê di kelekê de be, çêdikin.
Ji ber ku çirav û heriya çêm gelek e, dar nayên dîtin û di dema lihevketina qeyikê de, metirsîyê li ser ewlehiya qeyikê û siwaran çêdikin. Papa Wanma neviyê xwe Rîsal li pêşiya qeyikê danîbû ji bo ku heke darek dît Papa jê haydar bike. Dema ku em li wir bûn, bi şev ji nişka ve qîreqîr û xirecireke mezin çêbû. Kelekekê xwe li dareke tûj a di çêm xistibû.
Darê kelek qul kiribû û lingê kaptanê qeyikê ji çend hêlan ve şikandibû. Wan bi lez kaptanê qeyikê gihand klînîkeke piçûk a nêzîkî firokexanyê û serê sibehê jî kaptan bi firokeyekê guhast paytexta deverê ji bo dermankirinê.
Piştî rojekê bi kelekê di çêm de, em gihîştin wê beşa daristanê ku êdî pêwîst bû em rojekê bi piyan jî bimeşin. Barkêşên ku bi me re hatibûn, kêrên mezin bi wan re bûn, li pêşiya me dimeşiyan daku dar û deviyên daristanê paqij bikin û rê li ber me vekin. Dema ku em digihîştin çem û geliyan jî, wan pirên demkî çêdikirin û em bi vî awayî gihîştin ba Korowaiyan.
Jiyan û çanda Korowaiyan
Li cem Korowaiyan, têgihîştina ji jiyan, mirin, bedewî, huner, zewac, eşîr û cîhanê bi awayekî giştî ji cîhana nûjen pir cuda ye. Ew awayê jiyanê yê herî xwezayî dijîn. Hemû kelûpel û tiştên xwe ji dar û deviyên daristanê çêdikin û hurmeteke mezin ji xwezayê re digirin.
Dema em li wir bûn, her parçeyekî naylonê yan plastîkeke zibil û gilêşê bidîtina, wan ew parçe hildigirt û dişewitan. Bermayiyên wan ên plastîk nînin. Cil û kincên xwe (bi qasî ku li xwe dikin) ji pel û qurmên daran çêdikin.
Mêr tenê peleke piçûk dikin lûlik û beşekê ji organên xwe yên zayendî pê dinixumînin û piştênekê jî ji qurmên daran çêdikin. Bi qasî ku piştênê nola berîkekê bi kar tînin, ewqasî ne ji bo xwenixumandinê ye. Carinan kêr û tevrikên xwe bi rêya piştênê hildigirin, xasma gava hildikişin ser sêlimên xaniyên xwe û pêdiviya wan bi her du destan heye da hilkişin ser daran. Jinik şalekî ji pel û qurmên daran çêdikin û beşa jêrîn a laşên xwe pê dinixumînin lê beşa jorîn bi tu awayî nanixumînin.
Lixwekirina cilan di bin bandora jîngeha mirov de teşe digire. Ji dema ku peyda bûye, yek ji sedemên sereke yên lixwekirina mirov a cilan ew bû ku xwe ji serma, germahî û keş û hewaya navçeya xwe biparêze.
Lê keş û hewaya navçeya Korowaiyan aram e û her dem hêwî û heta radeyekê germ e. Loma pêwîstiya jîngehî ew neçar kirine ku cil û kincan li xwe bikin. Berevajî vê, nebûna cil û kincan dibe sedem ku ew xwe baştir bi keş û hewaya daristanê re biguncînin.
Tevî ku endamên eşîrê nîvtazî ne lê tazîbûn li ba wan ne nîşaneke zayendî ye. Mêr bi rêya bihêzkirina masûlkeyan û xurtiya kesayetiyê bala jinan dikişînin û jin jî bi rêya tatûyan, xasma tatûyên li ser dev û çavên xwe bala mêran dikişînin ser xwe.
Pirjinî beşek ji çanda Korowaiyan e. Mêr dikare çend jinan bîne, lê nabe zêdeyî mêrekî jinê hebe. Anîna zêdeyî jinekê di nav Korowaiyan de rewa ye lê endamên eşîrê digot ku gelek mêrên Korowai tenê jineke wan heye. Sedema sereke jî giraniya qelen e.
Ji bo ku mêrek bizewice, divê sê ta pênc berazan wekî mehr bide mala jinikê. Ev ji bo Korowaiyan nirxekî bilind e. Papa Markus xanima xwe bi sê berazan mehr kiribû tevî ristikekê ku ji qîlên 20 kûçikan hatibû çêkirin. Mêr di destpêka 20 saliya xwe de dest bi zewacê dikin lê dema ku jin nêzîkî temenê balixbûnê dibe û yekem gera wê ya mehane dest pê dike, dizewice. Heke mêrê jinekê bimire, birayê mêrê wê, jinikê dixwaze û zarokên wê xwedî dike. Erd û jin milkên mêran in û pir caran jî şerên di navbera bavikên êlê de (bi taybetî berê) li ser erd (çavkaniyên li daristanê) û jinan bûn.
Hevjîna Papa Mrkus bi şanazî ristikek li stûyê xwe kiribû. Hebûna ristikeke wisa giranbiha, nîşana xanûmanî û statûya bilind a wê kesê ye ku li stûyê xwe kiriye. Dema ku min ji Nopiya jina Papa Markus pirsî, gelo dema ew bi Papa Markus re zewicî, ristika Papa Markus ew kêfxweş kiribû, bersiveke neçaverêkirî da min “Ez pê re zewicîm ji ber ku min ji wî hez kir, ne ji ristika wî.”
Her çiqasî navçeya Korowaiyan bi zêrê xwezayî dewlemend e û kompanya û şêniyên beşên din ên Endonezyayê ji bo dîtina zêr têne navçeya wan lê di çanda Korowaiyan de qîlê kûçikan pir ji zêr bihatir e.
Papa Markus serokê vê beşa eşîrê ye. Navçeyeke mezin a daristanê di bin kontrola wî de ye. Her kesê di wir re derbas bibe yan bixwaze mifayê ji wê beşa daristanê wergire, divê bi razîbûna wî be. Heke na, wekî êrişekê li ser êla wî tê hesibandin.
Bi şiklê “Kake” bangî birayê mezin ê eşîrê dikin
Di nav Korowaiyan de, serokeşîrtî bi zagon û yasayeke diyarkirî nehatiye birêkxistin. Peyayê xwedîhêz û masûlke, karker û xemxwerê eşîrê dibe serokê êlê. Yanop birayê mezin ê Papa Markus e, lê Papa Markus serokê eşîrê ye. Papa Markus wekî “Kake” bangî Yanop dike. Di zimanê Korowai de, bi şiklê “Kake” bangî birayê mezin ê eşîrê dikin
Heta radeyekê, zimanê Korowaiyan zimanekî hejar û nepêşketî ye. Eşkere bû ku peyv pir dubare dibûn û di zimanê wan de jimar jî nînin an jî hejmarên wan pir hindik in. Bi qasî ku ji bo jiyana daristanê pêwîstiya wan pê heye. Ji ber vê yekê Korowai nizanin temenê wan çiqas e. Li wir, gava me pirsa tiştekî dikir ku pêwîstiya wê bi jimartinê hebe, wekî mînak temen, wan ji pirsa me fêm nedikir.
Zimanê Korowai ji malbata zimanên Başûrê rojhilatê Papua yan ji malbata zimanên Awiu-Dumût e. Mîsyonerekî Holendî ferhengeke zimanê Korowaiyan û rêzimana wê çêkir lê ziman tenê ji aliyê eşîrê ve tê axaftin û hejmara eşîrê jî niha kêm bûye û bûye nêzîkî 3000 kesan. Ziman jî yek ji zimanên li jêr gefê ye û li seranserê cîhanê, li gorî daneyan, tenê sala 2007an, 3500 kes, di nav wan de endamên eşîrê û kesên din jî ku hînî wî zimanî bûne, dikarin pê biaxivin.
Baweriya olî ya Korowaiyan
Nêrîna olî ya Korowaiyan bi baweriya bi reşkên şevê, cin û giyanên şerxwaz an wekî ku ew jê re dibêjin "Xaxwa" tijî ye. Baweriya Korowaiyan bi hebûna xwedayekî yekta heye. Xwedayekî ku dinya afirandiye û navê wî “Gîmgî” ye. Bi baweriya Korowaiyan, her bûnewerekî din an ji Gîmgî hatiye yan serî jê re diçemîne lê tiştê ku jiyana olî û civakî ya Korowaiyan bi rêkûpêktir dike, baweriyeke din a Korowaiyan bi Donadonê ye.
Bi baweriya wan, gava mirov dimirin, hemî diçin cihekî û paşê vedigerin daristanê. Dibe ku xizmên wan ji kesê mirî bixwazin ku vegere daristanê û wekî giyanekî li daristanê bimîne yan tew mîna zarokekî nû di nav eşîrê de ji dayik bibe. Ji ber ku di baweriya Korowaiyan de, rêzgirtina bav û kalan û çanda wan pir girîng e.
Bav û kal dixwazin endamên eşîrê mirovên baş bin û ji çanda xwe dernekevin. Heke ji çanda xwe derketin, wekî mînak cil û kincên nûjen li xwe bikin an jî kelûpel û tiştên modern bi kar bînin, wê demê bav û kalên wan hêrs dibin û dibe ku giyanekî şerxwaz bişînin daristanê ji bo ku kesê jirêdeketî bizêrînin. Jixwe ev baweriya olî bûye sedem ku Korowai xaniyên xwe li ser daran û li bilindahiya dehan metreyan ava bikin, ji ber ku bi baweriya wan, giyanên şerhewên li binê daristanê dimînin. Her çiqasî avakirina xaniyan li vê bilindahiyê ji ber sedem û pêdiviyên din e jî lê wan bi wê baweriya olî ya li cem xwe ew awayê çêkirina xaniyan kiriye beşek ji çanda eşîrê.
Jixwe ji ber vê baweriya olî bû jî ku "Kake" ji vexwarina qehweyê ditirsiya û Papa Markus jî pir xema nemana çanda êla xwe dixwar. Kake bawer dikir ku ger ew qehweyê vexwe, dê bav û kalên wî bibînin ku ew ji çanda Korowaiyan derketiye û ji ber vê yekê dibe ku Xaxwa bişînin ser wî. Heke giyanekî şerxwaz vegere daristanê, dibe ku xwe bixe laşê endamekî qebîleyê. Ji bo ku ew ruhê şerxwaz li bav û kalên xwe bê vegerandin, divê ew kes bê kuştin û goştê wî jî were xwarin.
Xwarina goştê mirovan
Li gorî hin lêkolîn û raporên medyayê, Korowai êla dawî bû ku goştê mirovan dixwar û niha jî xwarina goştê mirovan hê di kûrahiya daristanê de maye. Her çiqasî derbarê rastî û dirustiya vê mijarê de hin pirs hene jî lê di salên 2000an de, çend medya û rojnamevanên rojavayî çîroka xwarina goştê mirovan ji hêla Korowaiyan ve gihand xwîner û temaşevanên cîhanê.
Bi baweriya Korowaiyan, dema ku laşê kesekî ji aliyê Xaxwayekî ve tê revandin, êdî ew kes ne heman kesê berê ye û tenê laşê wî li daristanê ye. Loma ew kuştina wî kesî wekî kuştina mirovekî nabînin lê wekî kuştin û jinavbirina Xaxwayekî dibînin.
Ew xwarina goştê kesê kuştî jî wekî rêyekê dibînin ji bo kesê ku Xaxwa ye vegerînin cihê ku jê hatiye şandin. Awayê diyarkirina ka kê Xaxwa ye ne zelal e. Rêyek ew e, dema ku kesek li ber mirinê ye, heke ew kes bêje wî Xaxwa dîtiye û kesekî wekî Xaxwa destnîşan bike; êl bawer dike ku ew Xaxwa ye û wî ji nav dibe. Sedemeke din a kuştin û xwarina mirovan gumana sêhrbaziyê ye. Ger eşîr yekî wekî sêhrbaz bibîne, wî dikuje û dixwe.
Di van salên dawî de, hewldanên hikûmetê û girtin an gefa girtina kesên ku mirovekî din dikujin û dixwin, ji aliyê hikûmeta Endonezyayê ve, nêrîna eşîrê piçekî guhertiye. Dema ku min ji serok û endamên din ên eşîrê pirsî gelo mijara Xaxwabûnê û xwarina mirovan çawa ye? Papa Markus got, min di jiyana xwe de nedîtiye kesek were xwarin. Endamên din ên êlê, her çiqasî gava min dabaşa Xaxwa kir pir tirsiyan, wan ji min xwest ku ez mijarê biguherim û got ev ne rast e.
Di baweriya wan a olî de, dara sagoyê ku dareke berbelav e li daristanê, xwedî pîroziyeke taybet e. Dar xwedî naverokeke spî ya mişt karbohîdrat e û carinan jî dema ku dar dirize û pîr dibe, larvayeke (kurmekî) spî yê stûr tê de peyda dibe. Korowai naveroka darê wekî ard û kurm jî wekî çavkaniyeke protînê ji bo xwarinê bi kar tînin.
Divê her Korowaiyek jî beşdarî cejneke dara sagoyê bibe. Korowai her sal Cejna Dara Sagoyê yan Festîvala Sagoyê organîze dikin, ji bo ku spasdarî û ahengkirina xwe li hemberî berhemdarî û xêr û xweşiyên daristanê nîşan bidin. Di demên nexweşî û tengasiyan de yan lavakirin û duakirinê de jî vê cejnê saz dikin ji bo ku nexweşî û tengasiya wan derbas bibe. Carinan berazan jî serjê dikin û van çand û baweriyên olî bi rêya stran, çîrok û destanên folklorî vediguhêzin nifşên xwe yên siberojê.
Metirsiyên serdana Korowaiyan
Yek ji metirsiyên serdana êl û eşîrên ku merivên hemdem nedîtine, ew metirsî ye ku li ser wan çêdibe. Laşê wan bi bakteriyên li derveyî daristanê û bakteriyên ku bi gelek nifşên dijbakteriyan hogir bûne û karîna xweguncandinê peyda kirine, dikare ji bo wan pir kujer be.
Me wekî tîma Rûdawê ji bo kêmkirina van metirsiyan li ser endamên êlê, çend tedbîr wergirtibûn. Bi qasî ku pêkan bû, em ji endamên eşîrê dûr diman. Tiştên ku me bi kar dianîn, me dişûştin û me xwarin û kelûpelên xwe tev li tiştên wan nedikir û me cihê razana xwe jî dûrî wan kiribû.
Rêyeke din a parastina wan ji bakteriyên nûjen ew bû ku em tîmeke biçûk ku ji sê kesên biyanî pêk dihat, çûn. Ez, kameramanek û rêberekî tenê ku ew jî Endonezyayî bû lê ne Korowai bû, me serî da daristanê. Hemû barkêş, aşpêj û kesên din ên ku bi me re bûn, kesên Korowayî bûn. Ew li gundekî li tenişta daristanê bi cih bûn û em rijd bûn ku ew wekî barkêş û aşpêj bi me re bin lê ne wekî kesên din ên ji derveyî êlê.
Berevajî vê jî, metirsî li ser tîma me jî hebûn û pir zêdetir bûn jî.
Yek ji metirsiya mezin ên serdana navçeya Korowaiyan, koma çekdar a Organisasi Papua Mardêka ye. Dema ku me serî da daristanê, endamên rêxistinê pîlotekî ji Zelandaya Nûyê rehîne girtibûn. Di berdêla berdana wî de, daxwaza naskirina serxwebûna Papuaya Rojavayê dikir. Komê agir berdabû balafira wan û tenê bi rêya çend wêneyan, hatibû piştrastkirin ku firokevan hîn sax e û li ba wan e. Ger kesên biyanî yên din jî bibînin, bi heman rengî egera revandin û rehînegirtina wan heye û polîsên navçeyê ji me re got ku wan sala 2023yan tenê hiştiye ku em biçin daristanê.
Metirsiyên hîn mezintir jî hebûn, ji bilî ku pirsgirêka westîn, nebûna ava vexwarinê ya paqij û xwarina kêm, ku ev hemû jî sîstema parastina laş lawaz dikin û metirsiya nexweşketinê zêdetir dikin. Kelmêşên li daristanê jî carinan dibin sedema malaryayê û hin nexweşiyên din ên taybet bi wê deverê ku dîsa pergala me ya parastinê li hemberî van bakterî û nexweşiyan qels û lawaz bû.
Ger em nexweş biketana, çend roj pêwîst bûn daku em bigihin klînîka herî nêz, ku klînîkeke pir piçûk bû. Loma, dema ku em li wir bûn, divabû ku em bi berdewamî çavdêriya westîn, hîdratasyon û xwarina vîtamînan bikin.
Tiştê ku herî zêde metirsîdar bû, têgihîştina eşîrê ya li hemberî me bû. Em ne piştrast bûn ku me çawa dibînin û bi çi tiştî hêrs dibin. Tevî ku me di rê de hewl da hînî hin adet û nerîtên wan bibin û fêrî hin peyvên zimanê wan jî bibin lê hîn kevneşopî û çandên êlan hene ku dibe ku ji kesên biyanî re bi hêsanî neyên naskirin. Wekî mînak di çanda Kurdan de, dibe ku kesek tenê bi awayê rûniştin û danîna lingên xwe kesên li derdora xwe zîz û hêrs bike.
Bi heman awayî pêkan bû, tiştekî ku di çanda me de pir normal be, li nik wan wekî bêrêziyeke mezin bê temaşekirin. Em bi rêya wergêrekî Îngîlîzî bo Endonezyayî (ku di heman demê de rêberê me bû) û her weha wergêrekê Endonezyayî bo Korowai, bi endamên êlê re diaxivîn. Dema ku her şaştêgihiştinek çêdibû, demeke dirêj derbas dibû heya rewş vedigeriya nola berê.
Tiştekî din, ku xofdar bû, têgihîştina wan a têgeha cadûkarî û sêrbaziyê bû. Em bi hin amûr û alavên pir nû, kamera, iPhone û pêdiviyên din ên wênegiriyê li wir bûn. Em ne piştrast bûn ku yek ji endamên eşîrê raveyeke cuda nede van kelûpelan û gumana sêrbaziyê ji me neke.
Di dema civata me de, gava min bi wan re qala Xaxwa dikir û dinya şev bû, wergêrê Endonezyayî bi henekî îşaretî min kir û got: Dibe ku tu Xaxwa bî! Papa Markus li min nihêrt û xirecirek çêbû. Papa qîriya, jin tirsiyan û bêdengiyeke kin çêbû. Min bi ken û dengekî bilind dilê wan rehet kir ku ez ne Xaxwa me û min bi bayê bezê mijar guherte ser zewac, aheng û kêfxweşîyê. Ev beşa sohbetê wisa derbas bû.
Rast e Korowai bi awayê jiyana xwe di heyama çaxê nêçîrê de dijîn û dûrî çandinî, teknolojî û jiyana nûjen in lê pir mêvanperwer in û Papa Markus û hemî endamên din ên êlê gelekî kêfxweş bûn ku me serdana wan kir. Gelekî meraq dikirin ku teşeya jiyanê, çandê, awayê xefikvedan, nêçîr û berhevkirina kurmên sagoyê nîşanî me bidin.
A ku ji min re pir balkêş û cihê rêzgirtinê bû, reftara wan bi jîngeh û daristana wan re bû. Herçiqasî naxuye ku haya wan ji têkçûna jîngeha erdê, pirsgirêka plastîkê û dûmana kargehan hebe jî, lê di heman demê de, pir miqate bi jîngehê re tevdigeriyan. Tiştê ku ji wan re pêwîst bû bi kar dianî û bi her awayî hewl dida ku jîngeha xwe biparêzin û zibil û çopê neavêjin û jîngeha xwe qirêj nekin. Li her derê perçeyek naylona piçûk bidîtina, bêyî ku bipirsin ev naylona kê ye û çima li wir e, hildigit û dişewitand.
Dema ku wan selikek ji pelên daran ji bo masîgirtinê çêdikir, wan heman selik çend caran ji nû ve bi kar dianî da ku hewce neke pelên darên din jî bibirin. Wan pîroziya dara sagoyê û daristanê di bîr û baweriyên xwe yên olî de bi cih kiriye daku hemû eşîr û nifşên wan ên paşerojê jî rêzê li daristanê bigirin.
Heya niha jî, awayê jiyana Korowaiyan pencereyekê ji bo lênêrîn û lêkolîna awayê jiyana mirovan a çend hezar salan berî niha peyda dike. Lê bi pîşesazîkirina devera wan re û koça xelkê ji derên din ên Endonezyayê bo devera wan û kêmbûna hejmara wan, ev dilgiranî li cem antropolog û çavdêrên eşîran çêkiriye ku reng e di heyama çend dehsalên bê de, çand û awayê jiyana wan bi tevahî kêm bibe yan bi carekê re li holê nemîne.