Nûnera MSDyê: Serdana Miller a Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng e

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk a (MSD) ya Washingtonê Sînem Mihemedê got ku serdana Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê Christopher Miller a Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng e.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê Christopher Miller roja 16ê Tebaxê çûbû Rojavayê Kurdistanê.

Christopher Miller bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û berpirsên din ên Rêveberiya Xweser re civiyabû.

Di civînan de rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û şerê bi DAIŞê re hatibûn gotûbêjkirin.

Li ser wê serdanê, Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk a (MSD) ya Washingtonê Sînem Mihemed ji Rûdawê re axivî:

“Serdana Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê yê berê Christopher Miller a Rojavayê gelekî girîng e.

Hûn hemû jî dizanin niha ji ber êrişên Tirkiyeyê Rojava û herêm di bin xeterê de ne.

Herwiha êrişên bi dronan ên li Rojavayê Kurdistanê ne sekinîne.

Girîng e ew li wê derê behsa wê yekê were kirin ku ka çawa dikarin rêyê li ber êrişan bigirin.”

“Tirkiye êrişî hemû pêkhateyan dike”

Nûnera MSDyê herwiha diyar kir ku Tirkiye ne tenê êrişî Kurdan dike, di heman demê de li ser hemû pêkhateyên navçeyê gef e û got:

“Ev êriş li ser Ereb, Tirkmen, Ermenî û Suryaniyan jî tê kirin. Ew hemû li wê derê dijîn. Êrişên Tirkiyeyê aramiya navçeyê dixe metirsiyê û rê dide ku şaneyên veşartî yên DAIŞê careke din çalak bibin. Herwiha ev êriş bandoreke mezin li ser şerê DAIŞê dike.”

Sînem Mihemedê herwiha eşkere kir ku eger aramî nebe, dê xelk ji navçeyê derkeve û neçar bibe koç bike.

Bi gotina Sînem Mihemedê welatên Ewropayê jî vê yekê naxwazin.