Facebook dê hesabên li Efxanistanê veşêre

21-08-2021
RÛDAW
Nîşan Facebook Efxanistan Nathaniel Gleihcer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Facebook ji bo bikarhênerên Efxanistanê yên ku ji ewlhiya xwe ditirsin tedbîrên ewlehiyê yên nû derxist. Facebook li dijî metirsiya biyometrîk ya ku Taliban dimeşîne dê bikaribe hesabên Facebookê biveşêre.

Metîrsî hene ku Taliban medyaya civakî ji bo şopandina muxalifan bikar bîne.

Tedbîrên ewlehiyê yên zêde roja Pêncşemê ji aliyê Serokê Polîtîkayên Ewlehiya Facebookê Nathaniel Gleicer ve hat ragihandin.

Nathaniel Gleihcer li ser hesabê xwe yê medya civakî got “Ji bo kesên li Efxanistanê bi awayekî bilez hesabên xwe bigrin amûreke yek tikandin daye destpêkirin. Dema ku profîlên wan hatin girtin, kesên ku ne hevalê wan bin, nikarin wêneyên wan yên profîlê daxînin, parvebikin an jî parvkirinan li ser demnameyê bibînin.”

Li gorî dîmenên ku ji aliyê Gleicher ve hatine parve kirin, amûra veşartî ya nû  ku ji aliyê Facebookê ve hatî pêşkêş kirin, ew ê bikarhêneran teşwîq bike ku "astengkirina tiştên ku keskên nenas bikaribin bibînin". Amûr dê niha li ser Instagramê neyê bikaranîn, lê sepana parvekirina wêneyan, ku destûrê dide girtina wan hesaban "pencereya hişyariya vekirinê" jî diceribîne.

Gleicher lê zêde kir ku Facebook ji bo demkî listeya hevan veşartiye û ji kesên ku hevalên wan li Efxanistanê hene, xwest ku amûra veşartî ya lîsteya hevalan biguherînin.

Nathaniel Gelicher got “Ji bo parastina mirovan çi ji destê me bê emê bikin û bi hevkarên xwe yên di pîşesazî, civaka sivîl û hikûmetê re de ji nêz de dixebitin. Ji bo bersivê bidin gefên nû yên dertên, navendeke taybet ya operasyonan damezirand.”

Gleicher di derbarê Instagramê ku girêdayî Facebookê de ye jî got “Di derbarê çewa hesbê xwe li Efxanistanê biparêzin, em bi gavên taybet hişyariyên pop-upê didin.”

Facebook diyar kir ku ev tê vê wateyê ku dê hesabên ku pesn, piştgirî û nûnertiya grûpên terorîst dikin, û her weha yên aîdî Talîbanê jî  werin jêbirin.

Herwiha Facebookê got jî “ Di heman demê de tîmek me ya pispor a axaftvanên Efxanî heye ku zimanê wan ê dayîkê Darî û Peştû ne û di derheqê babetên herêmî de agahdar in, ji me re dibin alîkar û me hisyar dikin ku em pirsgirêkên ku li ser platformê derdikevin nas bikin.”

Li aliyê din hefteye borî twitterê jî ragihand “pêşikiya herî mezin mirovan di ewlhiyê de bihele û di hişysriyê dene.”

Twitterê got jî “Rewşa Efxanistanê bi lez pêş dikeve. Em her weha şahid in ku mirovên li wî welatî Twitterê bikar tînin da ku alîkariyê bixwazin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst