Trump derbarê vekişîna Biden a ji hilbijartinê daxuyanî da

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Joe Biden Kamala Harris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê yê berê û namzedê serokatiyê yê Komarparêzan Donald Trump got, "(Serokê Amerîkayê Joe) Biden ti wextî ji bo serokatiyê namzedekî guncaw nebû û rewşa wî ji bo dewamkirina serokatiyê jî guncaw nîne."

Piştî ku Biden vekişîna xwe ya ji pêşbaziya hilbijartinê eşkere kir, Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Social Truthê daxuyanî da.

Trump diyar kir ku Biden di 2020î de bi saya "derew û nûçeyên derew" serokatî qezenc kir, doxtorê wî û kesên derdora wî dizanibûn ku Biden nikare bibe serok.

Trumê got, "Divê Biden hîç nebûya Serok" û îdia kir ku di dewra serokatiya Biden de welêt zerereke mezin dît.

Namzedê serokatiyê yê Komarparêzan herwiha got:

"Biden ti wextî ji bo serokatiyê namzedekî guncaw nebû û rewşa wî ji bo dewamkirina serokatiyê jî guncaw nîne.

Zerera ku serokatiya Biden da welêt, ez dê demildest temîr bikim.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî ku ji hilbijartinê vekişiya, ragihand ku wî Alîkara Serok Kamala Harris wekî namzed pesend kir û piştgiriyê dide wê.

Donald Trump herwiha got ku têkbirina Alîkarê Serok Kamala Harris dê ji têkbirina Biden hêsantir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst