YE: Ji bo peywendiyên bi Tirkiyê re şertên me hene

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ragihand, ji bo asayîkirina peywendiyên bi Tirkiyê re, kêmkirina aloziyên li Deryaya Spî, mijara Qibrisê û mafên bingehîn ên mirovî pirsgirêkên serekî ne ku divê bêne çareserkirin.

Josep Borrell derbarê peywendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de ji medya Ewropayê re axivî û got “Em îro li ser mijara Tirkiyê rawestiyan. Ev mijar dê di rapora ku me bi Komîsyona Yekitiya Ewropayê re amade kiriye, cih bigre. Peywendiyên Tirkiyê û Yekitiya Ewropayê ne yek alî ne, hêviyên her du aliyan hene.”

Borrell diyar kir ku her du alî jî dixwazin peywendiyeke bihêz bê avakirin û got “Ji bo peywendiyên ku sala 2018an hatin rawestandin careke din zindî bibin mijarên bingehîn Deryaya Spî û Qibris in. Nehiştina aloziya li Deryaya Spî ji bo seqamgirî û ewlekariya herêmê girîng e.”

Borrell herwiha dibêje ku cîbicîkirina maf û nirxên bingehîn ku di Peymana Mafên Mirov de hatine destnîşankirin û ji aliyê Tirkiyê ve jî hatiye îmzekirin, ji bo zindîkirina peywendiyan zêde girîng e.

Ji aliyê din ve Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî ragihand “Tirkiye ne dewletek e ku hiqûq û mafên mirovan li ber çavan tê girtin. Ji ber ku heyameke zehmet heye nabe em diyariyan bidin Tirkiyê.”