Parlamentoya Swêdê bawerî ji Serokwezîr stand

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Parlamentoya Swêdê bawerî ji Serokwezîr û Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Stefan Lofven stand ku ji 2014an ve di desthilatê de ye, bi vê jî Lofven bû yekem serokwezîr ku di dema 62 salên borî de baweriya parlamentoyê ji dest bide.

Dengdana standina baweriyê piştî gefên Seroka Partiya Çep a Swêdê Nooshi Dadgostar hat ku ligel hikûmeta Lofven hevpeyman e. Dadgostar hişyarî dabû ku eger Serokwezîr li ser piştgirîkirina benda 44 a plana çaksaziya taybet bi kirêya xaniyên Swêdê berdewam be, wê demê mijara dengdana bo standina baweriyê dibin parlamentoyê.

Ne xuya ye piştî standina baweriyê, Swêd ber bi ku ve diçe, lê Lofven gotiye ku du bijarde li ber dest in, an ber bi hilbijartina pêşwext diçin an jî wek serokwezîrê bi wekalet ê welat dimîne heta dema hilbijartina pêş ku dikeve 11ê Îlona 2022an. Yek hefte li ber destê Serokwezîrê Swêdê ye daku xwe yekalî bike.

Benda 44 a plana çaksaziyê ya hikûmeta Swêdê taybet e bi pêkanîna çaksaziyê di sîstema kirêdana xanî û yekeyên niştecihbûnê yên Swêdê de. Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven destpêşxerî kiriye daku çaksazî bi rêya vekirina deriyê gotûbêjê di navbera kompanyayên xaniyan ên Swêdê de bê kirin û li ser sîstemeke nû ya kirêdanê bigihin rêkeftinê.

Dadgostar tekez kir ku tişta Lofven kiriye ne tiştek e ji xeynî şanogeriya siyasî û got: “Li gor plana çaksaziyê divê ew gotûbêjên taybet bi tapokirina sîstema kirêdana xaniyan li Swêdê bi navbijêniya hikûmetê be û rola hikûmetê di diyarkirina sîstema nû ya kirêdana xanî û milk de xuya û bibandor be.

Eger kompanyayên xanî û milk li gor sîstema li ser xwestek û diyarkirinê kaniyên xwe bi kirê bidin, wê demê bihayê kirêya xaniyên nû li Swêdê gelekî bilind dibe û ew bazar dikeve destê hejmareke kêm a sermayedar û çîna navendî û hejar neçar dibin tenê di xaniyên xwe yên kevin de bimînin. 

Partiya Çep a Swêdî dijî wê pêngavê ye û soz dabû ku di dengdana îro ya standina baweriyê de dengê erê bidin û nehêlin hikûmeta Lofven biserkeve.