Civaka Kurdî bersiv da Merkel: Ne erkê hikûmeta te ye serxwebûna Kurdistanê red bike

21-06-2019
RÛDAW
Nîşan Almanya Angela Merkel Civaka Kurdî Kuridstan Serxwebûna Kurdistanê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Kurdî yên Almanyayê ku bi Civaka Kurdî li Almanyayê tê naskirin, bersiva Şêwirmenda Alamanyayê Angela Merkel da ku di daxuyaniyekê de behsa serxwebûna Kurdistanê kiribû û gotibû, “dewleteke Kurdî xizmeta aştiya li navçeyê nake”. Civaka Kurdî li Almanya ji Merkel re dibêje, ne erkê Merkel û hikûmeta wê ye ku behsa serxwebûna Kurdistanê bike.

 

Civaka Kurdî ya li Almanyayê di daxuyaniyekê de ku kopiyeke wê ji Rûdawê re hatiye şandin, “bi sernava daxuyaniyên Merkel av dike aşê netewperestên li Rojhilata Navîn”, bersiva daxuyaniya Şêwirmenda Almanyayê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de dide.

 

Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê, Mehmet Tanriverdi ragihandiye: “Em bi awayekê matmayî haydarê daxuyaniyên Şêwirmenda Almanyayê bûn. Em li benda piştgirî û rêzgirtinê li hember hewlên demokratîk û qurbaniyên Kurd bûn.”

 

Tanriverdi herwiha ji ber wê yekê ku behsa mijarekê kiriye ku ne erkê hikûmeta wê ye, rexne li Merkel girtiye û gotiye: “Serxwebûna Kurdistanê di çarçoveya erkên erkên hikûmeta Almanyayê de nîne û di dawî de jî mafê çarenûsê ya milletê Kurd di referanduma sala 2017 de biryar li ser hatiye dan, dema ku %93ê xelkê dawaza welatekî serbixwe bo Herêma Kurdistanê kirin.”

 

Angela Merkel duh pênşemî 19ê Hezîrana 2019 li bajarê Goslarê di civîneke li gel hejmarek ji xwandekaran de gotibû: “Ez bi serweriya yekparçeyiya axa Iraqê re me û di vê baweriyê de me ku dewleteke Kurdî xizmeta aştiya navçeyê nake. Merkel herwiha gotibû: Divê Kurd li Iraqê xwedî rewşeke dadmend bin û ez li gel xwebirêvebirineke berfireh bo Kurdan li Iraqê me.”

 

Civaka Kurdî li Almanyayê daxuyaniya Angela Merkel ya derbarê serxwebûna Kurdistanê de red dike û dibêje: “Serxwebûna Kurdistanê rola seqamgîriyê bo Rojhilata Navîn dibe û dema vê yekê hatiye ku civaka navdewletî îtîrafê bi vê yekê bike.”

 

Hevdem li gel vê daxuyaniya Federasiyona Komeleyên Kurdî yên li Almanyayê, diyasporaya Kurdî ya li wî welatî jî bi vê daxuyaniya Angela Merkel dilgiran bûye û çalakvanên Kurd ên li Almanyayê daxwaz ji dengderên Kurd kirine ku di hilbijartinên bê de, deng nedin partiya Merkel.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst