Akademîsyeneke Amerîkî pirtûkek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand

21-05-2024
Diyar Kurde
Akademîsyeneke Amerîkî pirtûkek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand / Wêne: Rûdaw
Akademîsyeneke Amerîkî pirtûkek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand / Wêne: Rûdaw
Nîşan The Making of a Semi-Autonomous Region in Northeast Syria Amy Austin Holmes
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmesê pirtûkek li ser Rojavayê Kurdistanê nivîsand.

Di pirtûkê de lêkolîn li ser HSD, Rêveberiya Xweser, YPG û YPJyê hatiye kirin.

Danasîna pirtûka “Statelet of Survivors -The Making of a Semi-Autonomous Region in Northeast Syria”yê li Wilson Centerê li Wahingtonê hat kirin.

Lêkolînera Amerîkî Amy Austin Holmes li Zanîngeha Georgetownê ya Washingtonê akademîsyen e.

Ew ji sala 2015an ve gelek caran çûye Rojavayê Kurdistanê.

Amy Austin Holmesê di berhema xwe de lêkolînek li ser xelk, hêzên leşkerî, rêxistin û Rêveberiya Xweser kiriye.

Amy Austin Holmesê herwiha gelek rapirsî bi xelk, berpirs û fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî re kirine.

“Ez dê li ser HSDyê jî lêkolînekê bikim”

Amy Austin Holmesê li ser lêkolîna xwe û pêvajoya amadekirina berhema xwe ji Rûdawê re got:

"Sala 2015an, min dest bi lêkolîna ji bo vê pirtûkê kir, ango 10 salan berî niha, dema cara yekem ez çûm Rojava ango Bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Min li wir dest bi rapirsiyekê kir, li ser YPG û YPJyê. Ev berî ku Hêzên Sûriya Demokratîk bêne avakirin payîza 2015an bû.

Ji wê demê ve, heta sala derbasbûyî, ez çend caran çûme Sûriyeyê da ku ez rapirsiyekê di nava HSDyê de pêk bînîm û hevpeyvînan bi serkirdeyên HSDyê û karmendên rêveberiya sivîl a Bakurrojhilatê Sûriyeyê re bikim.

Cihê kêfxweşiyê bû ku îsal berî çend mehan, pirtûkan min hat belavkirin. Ev jî berhema karê çend salan bû."

Pirtûk ji 250 rûpelan pêk tê û beşek jî behsa dîroka Rojavayê Kurdistanê dike.

Rojavayê Kurdistanê, ji hilweşîna Împaratoriya Osmanî heta niha qonax bi qonax hatiye nivîsîn.

Di beşekî din de behsa qonaxa avakirina rêveberiya xweser û rola jinan tê kirin.

Li gorî nêrîna nûnerên Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ên li Washingtonê ew pirtûk gelekî girîng e.

Pirtûkeke ku daxwaz û nêrînên gelê herêmê vedibêje."

“Pirtûk ji bo me gelekî girîng e”

Endamê MSDyê Besam Îshaq jî li ser berhemê ji Rûdawê re got:

"Wekî xelkê Bakurrojhilatê Sûriyeyê, ji me re pir girîng e.

Ji ber ku pirtûk rewşa rastî ya herêmê nîşan dide, bi awayekî bêalî.

Pirtûk bi awayekî akadêmîk hatiye nivîsandin, bi mebesta gihandina rastiyan. Wêneyê rastî yê rewşê hatiye nîşandan.

Di heman demê de, behsa koka herêmê jî kiriye ku ev jî pir girîng e û berê ti kesî lêkolîn li ser nekiriye da ku bizanibin ji bo çi xelkên navçeyê ev cûresîstem ji birêvebirinê hilbijartine û qurbanî jî li ser wê dane."

Li gorî bîr û rayên beşdarên merasîmê, pirtûk dê ji ber dayîna agahiyên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û daxwazên gel li Washingtonê roleke girîng bilîze.

Bi nêrîna wan pirtûk dê bibe çavkaniyek jî li ser Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst