14 çekdarên komên çeteyan û Boko Haramê hatin kuştin

21-05-2024
Nîşan Nîjerya Boko Haram Çete ISWAP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaletên Borno û Kadunayê yên Nîjeryayê 14 çekdarên Boko Haram û komên çeteyan hatin kuştin.

Artêşa Nîjeryayê ragihand ku li herêma Lawantiyê ya eyaleta Bornoyê li hemberî Boko Haramê operasyonek hatiye kirin.

Hat ragihandin ku di vê operasyonê de 7 çekdarên Boko Haramê hatine kuştin û gelek ji wan jî bi birîndarî reviyane.

Wekîlê Midûrê Pêwendiyên Gel ê Artêşa Nîjeryayê Musa Yahaya jî destnîşan kir ku li gundê Udawayê yê eyaleta û Kadunayê 7 endamên komên çeteyan hatine kuştin.

Li Nîjeryayê demên dawiyê gelek êrişên çeteyan çêdibin.

Herwiha Boko Haram ISWAPa ku şaxa DAIŞê ya Afrîkaya Rojava ye jî hespên xwe li Nîjeryayê dibezînin û gelek caran êrişî artêşê û xelkê sivîl dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst