Rûsyayê bajarê Baxmutê kontrol kir

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Baxmut Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Baxmutê ku bi mehan bû navenda Şerê Rûsya û Ukraynayê, ket. Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan Baxmut xistine bin kontrola xwe.

Wezareta Berevaniya ya Rûsyayê der barê şerê li Baxmûtê ya herêma Donetskê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan bajarê Baxmutê kontrol kirine.

Damezrînerê kompaniya ewlekarî ya Rûsî Wagnerê Prigojin jî berî demekê ragihandibû ku wan Baxmut bi temamî girtine.

Heriwha Kremlînê derbarê kontrolkirina Baxmutê ya li herêma Donetsk de di daxuyaniyeke nivîskî de dibêje “Vladimir Putin bi boneya temambûna operasyona rizgarkirina Artemovskê (Baxmut) hêzên êrîşkar ên 'Wagner' û hemû leşkerên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên ku piştgirîya pêwîst pêşkêşî wan kirin û çeperên eniyan parastin pîroz dike.”

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku her kesê bi serkevtî dê bi madalyaya dewletê bê xelatkirin.

Ukraynayê pêştir ragihandibû ku rewşa Baxmutê krîtîk e û dibe hêzên Ukraynayê ji bajêr derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst