YSKê amarên dengdana li derve ya di rojekê de eşkere kirin

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin YSK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand ku heta niha li nûnertiyên Tirkiyê yên derve 452 hezar û 257 kesan û li deriyên sînorî jî 19 hezar û 477 kesan deng dane.

Ji bo gera duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, ji 20ê Gulanê ve dengdana li nûnertiyên derveyî wî welatî, deriyên sînor û firokexaneyan destpê kiriye.

Piştî destpêkirina dengdana derve, Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê rojane hejmara dengên ku li derveyî Tirkiyê û deriyên sînor tên dayîn eşkere dike.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, 20ê Gulanê heta demjimêr 23:00 deqe li nûnertiyên derveyî wî welatî 452 hezar û 257 kesan û li deriyên sînor jî 19 hezar û 477 bi giştî 471 hezar û 734 kesan deng dane.

Li nûnertiyên derveyî Tirkiyê dema dengdanê 24ê Gulanê bidawî dibe lê ji bo welatiyên ku dê li deriyên sînor dengê xwe bidin ev dem heta 28ê Gulanê demjimêr 17:00an berdewam e.

YSKê biryareke nû dabû ku li welatên Amerika, Kanada, Australya, Irlanda û Brîtanyayê dema dengdanê dirêj bibe û dê li wan welatan jî di navbera 20 heta 24ê Gulanê de deng bên dayîn. Beriya biryara nû ya YSKê ji bo wan welatan dema dengdanê wek 20 û 21ê Gulanê hatibû eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst