Danîmarka penabereke Rojavayê Kurdistanê vedigerîne Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Danmarka biryara vegerandina penabereke Rojavayê Kurdistanê hatiye dayîn ku hevjîn û malbata wê îqame wergirtin.

Jina Kurd a bi navê Meryem Ebdulkerîm, ji sala 2015an ve ligel malbata xwe penaberî Danmarka bûye, wê demê temenê Meryemê 13 sal bûn, niha 19 salî ye, zewicî ye, biryara vegerandina wê ji bo Şamê hatiye dayîn.

Meryem Ebdulkerîm, ji ber ku ew li Şamê ji dayîk bû ye û Hikûmeta Danmark paytexta Sûriyê wek cihekî ewle dibîne û biryara vegerandina wê bo Şamê daye.

Meryem Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, ew bi esilê xwe xelka Dirbêsiyê ye, lê malbata wê ji zû ve li Şamê bûn, niha ti kesek ji malbata wê li Şamê nemaye û metirsî jî li ser jiyana wê heye.

Ev nêzîkî salekê ye Danmarkê, Şam û derdora wê weke navçeyên aram li Sûriyê destnîşan kiriye, îqameyên gelek penaberên Sûrî ku cihê ji dayîkbûna wan Şam û navçeyên derdorê ne nayên nûkirin, gelek penaber ji wir xwe digihînin Brîtanya ji bo ku li wir bibin penaber û ji bo Sûriyê neyên vegerandin.