Li Holandayê malbateke Kurd ji bo Cejna Remezanê bi kîloyan kulîçe çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a ku li Holandayê dijî, çend roj beriya Cejna Remezanê ji bo amadekariyan dest bi çêkirina kulîçeyan kir. Ala, Ciwane, Emîne û Sakar bi salan e li Holandayê dijîn û dibêjin ku ew her sal rojiyê digirin û xwe ji cejnê re amade dikin.

Ala Omer got, “Ev Remezana gelekî xweş û hêsan bû, ev cejn ji bo min cejneke pir girîng e, ez xwarinên xweş amade dikim û fêkiyên xweş dikirim, ez wan li ser sifrê deynim û bi mûmên xweş dixemilînim û kulîçeyan jî datînim.”

Ev malbat 23 sal in li Holandayê dijî, Ciwane dayika sê zarokan e dibêje ku ew her sal cejnên olî û neteweyî pîroz dikin û zarokên wê jî cejnan dizanin.

Ciwane Ehmed ji Rûdawê re got, “Zarokên min her sal li ser vê çandê cejnan pîroz dikin, em Newrozê pîroz dikin û ez ji bo wan agir li baxçeyê xwe vêdixim, ez wek çawa dayika min çêdikir di cejnê de ji wan re xwarinê çê dikim û ez ji wan re cilên xweşik dikirim da ku ew cejnê hîs bikin û dûv re diyariyên cejnê werdigirin.”

Li gorî hejmarên fermî yên Hikûmeta Holandayê, %5ê nifûsê Misilman in. Li gorî hejmarên ne fermî, nêzîkî 100,000 Misilman li Holandayê dijîn.

Dayika 4 zarokan Emîne Husên jî got, “Em bi serbilindî rêzê li Remezanê digirin û xwe jê re amade dikin, min û zarokên xwe û hevjînê xwe bi rojî bûn, me perde şûştine û amade kirine, me şîrînî û kulîçe çêkiriye. Min destûr ji bo zarokan wergirtiye ku di vê roja pîroz de neçin dibistanê û ez bi xwe neçûme kar.”

Piştî çend demjimêran çêkirina çend kulîçeyan, malbata Kurd bi kêfxweşî xwe û sifreya xwe ji bo Remezanê amade kirin.