Li Sûdanê ji bo 3 rojan agirbest hate ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) ya ku li Sûdanê bi artêşê re şer dike, ji bo vekirina korîdora alîkariyên mirovî ji bo 72 demjimêran agirbest ragihand. Ragihandina agirbestê piştî wê yekê hat ku Neteweyên Yekbûyî ji bo Cejna Remezanê banga agirbesteke 3 rojî kir.

Di daxuyaniya îro ya Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) a bi pêşengiya Mihemed Hemdan Dagalo de hat ragihandin ku agirbest dê ji bo Cejna Remezanê bibe derfetek ku mirov vekişanine herêmên ewle.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji ber Cejna Remezanê banga agirbesta 3 rojan kiribû û got, “Ez dibêjim dem hatiye ku agirbest were ragihandin.”

Nakokiyên di navbera artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Abdulfettah Burhan û Hêzên Piştgiriya Bilez a bi pêşengiya Mihemed Hamdan Dagalo de ji meha Mijdarê û vir ve didome.

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di şer û pevçûnên ku 5 roj berê dest pê kiribûn de heta niha 330 kes mirin û 3 hezar û 200 kes jî birîndar bûn. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku nêzî 20,000 kes neçar man ku birevin welatê cîran Çadê û UNICEF jî radigihîne ku heta niha herî kêm 9 zarokan canê xwe ji dest dane.

Bernameya Xorakê ya Cîhanî jî li ser rewşa mirovî ya li Sûdanê hişyarî da û diyar kir ku şer û pevçûnan bi milyonan kesên din ber bi asta birçîbûnê ve biriye, li welatekî ku 15 milyon kes, yek ji sê parên nifûsê, ji ewlehiya xorakê bêpar in.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 3 xebatkarên Bernameya Xorakê ya Cîhanî (WFP) li Sûdanê hatine kuştin.

Rewşa nexweşxaneyan jî her ku diçe xerabtir dibe; Yekîtiya Pizîşkên Sûdanê destnîşan kir ku ji sedî 70ê nexweşxaneyên li Xertûmê û derdorên wê ji ber şer û pevçûnan rastî pirsgirêkakêmasiya pêdiviyên pizîşkî hatine.