Li Almanyayê jineke ji Qamişlo hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a ji Qamişlo li Almanya ji aliyê mêrê xwe ve bi kêran hat kuştin.

Polîsê Almanyayê ragihand ku jineke xelkê Qamişlo li bajarê Kolnê yê wî welatî ji aliyê mêrê xwe ve bi kêran hat kuştin.

Li gor daxuyaniya polîsên Almanî, di navbera wan de şer çêbûye, cîranan dengê şerê wan bihîstiye û polîs agahdar kirine.

Mêrê wê yê 41 salî roja duşemê ew kêr kiriye û kuştiye.

Jin diya 2 zarokên 4 û 5 salî bû û temenê wê 36 sal bûn û ew berî 5 salan çûbûne Almanya

Dozgeriya Almanya biryara girtina mêrê wê derxist.