Swêd û Fînlenda piştgiriyê dide pêşmerge

 

Navenda Nûçeyan - Swêd û Fînlenda jî dê leşkerên xwe bişînin Başûrê Kurdistanê ji bo ku perwerdeya leşkerî bidin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Herwiha Norwec û Danîmarkayê jî biryar dane alîkariya pêşmerge bikin.

 

Li gorî rojnameya Svenska Dagbladet a  Swêdê li ser zarê çend berpirsên hikûmeta wî welatî belav kiriye ku nêzîkî 30 pisporên leşkerî yên Swêdê ji bo perwerdekirina pêşmerge bên şandin.

 

Herwiha nûçe balê dikişîne ku hikûmeta Swêdê niha projeyasayekê li ser şandina wan leşkeran amade dike ji bo di meha bê de pêşkêşî parlamentoyê bike.

 

Wezîrê Derve yê Fînlenda Carl Haglund jî ji heman rojnameyê re ragihandiye ku welatê wan dê berî havînê nêzîkî 50 leşkerên xwe bişîne Hewlêr ji bo ku alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin.

 

Li gorî wê rojnameyê, Norwec û Danîmarkê jî biryar dane alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin.