Olaf Scholz: Divê mafê koçberan hebe ku beşdarî biryaran bibin

22-02-2025
RÛDAW
Olaf Scholz \ Wêne: Rûdaw
Olaf Scholz \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Olaf Scholz Almanya Hilbijartinên Almanyayê Rewşa Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ji Rûdawê re got, Divê mafê koçberan hebe ku beşdarî biryaran bibin.

Olaf Scholz ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku  divê ew welatiyên ku paşxaneke wan a koçberiyê heye û yasaya nû ya koçberiyê wan digire beşdarî pêvajoya biryaran bibin.

Şêwirmendê Almanyayê ji nûçegihana Rûdawê yê li Berlînê ji Ala Şaliyê re axivî.

Olaf Scholz derbarê dengdanê de got, "Ez piştrast im ku encama dengdana rastîn dê ji encamên rapirsiyê cuda be. Gelek welatî dudil in."

23yê vê mehê xelkê Almanyayê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê dê biçin ser sindoqan.

Divê were gotin ku 12 Kurdên Almanyayê jî xwe ji bo parlamenyeriyê kirine namzed.

Rûdaw: Birêz Şêwirmend, bi hezaran dengderên Kurd li Almanyayê hene, çima divê ew dengê xwe bidin partiya we?

Olaf Scholz: Bi dîtina min, ez bi temamî piştrast im ku em li Almanyayê welatekî ne ku divê em yek bin. Yekîtî tê wê wateyê ku bo nimûne, ew sêyeka welatiyên me yên ku paşxaneke koçberiyê hene - çi dapîr an bav an jî bi xwe ji welatekî din hatine - divê derfeta wan hebe ku li vî welatî beşdarî biryaran bibin. Wekî nimûne, bi yasaya nû ya welatîbûnê ku me daniye. Hemû beşek ji me ne, li vir kar dikin, bacê didin û sîgortaya civakî didin. Divê bikaribin di biryaran de jî beşdar bibin. Ev tişteke ku me têkoşîna wê kiriye. Ez piştrast im ku di sindoqên dengdanê de biryareke bi temamî cuda ji ya ku niha di piraniya rapirsiyên me de tê pêşbînîkirin dê were dayîn. Gelek welatî dudil in. Ev ji her hilbijartineke berê ya Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestage) zêdetir e. Ev sedemên xwe hene. Dem ne hêsan e lê di dawiyê de pêwîst e biryarek ji bo asteke zelal were dayîn. Şîreta min ew e ku her du dengan jî bidin SPDyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst